Du jinên ku astengî nas nekirin 2021-03-01 09:12:21 WAN - Elîf û Dîlyar Çalişan, du jinên ku dikandariyê dikin e. Her du jin li aliyekê li dijî kodên zayendperet ên civakê têdikoşin û li aliyê din jî, hewl didin azadiya xwe ya aboriyê bi dest bixin.  Jinên ku li dijî newekheviya zayendperest a li tevahiya cîhanê hakim bûye têdikoşin, bi sekna xwe ya biryardar, têgînên heyîn hildiweşînin û diguherînin. Elîf Çalişan (31) û Dîlyar Çalişan (22) ên li ser Cadeya Du Nîsan a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dikandariyê dikin û hilberînên herêmî difiroşin, yek ji van jinên têkoşerin.   Elîf Çalişan a ku li dijî têgîna “Tu nikarî bikî” têkoşiya, karê wê yê bingehîn civaknasiye. Çalişan a heya demekê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê karê xwe kir, piştî qeyûm di sala 2016’an de hat tayînkirin, ji kar hat avêtin. Çalişan heya demekê bê kar dimîne û dûre dikana şerkuteriyê vedike. Çalişan bi vî awayî bi dişa xwe Dîlyar Çalişan re li dijî kodên zayendperest dest bi xebatê dike û têkoşîna hebûna xwe bi rêve dibe.    Me bi her du jinan re, li ser çawan li dijî zor û zehmetiyan têdikoşin axivî.   BI TENA SERÊ XWE    Çalişan, diyar kir ku di saetên serê sibê de deriyê dikana xwe vedikin û di saet 21’ê şevê de jî digirin. Çalişan, bal kişand ser awayekê vekirina dikana xwe û wiha axivî: “Dema ku hevjînê min ev der dewr girt, min digot ezê dem bi dem alîkariya wî bikim. Lê tu tişt mîna vê fikirandina min nebû. Piştî ku hevjînê min hat girtin, hem kar ji bo min ma. Berî me du zilam li vê derê dixebitîn. Dema ku mirov tên vê derê û me dibînin şaşwaz dibin. Piştî ku me dest bi kar kir, muşteriyên me yên jin zêdetir bûn. Jin tên vê derê xwe îfade dikin. Em bi hevre sohbet dikin, rewşa hev dipirsin û hewl didin têkiliya xwe xurt bikin. Muşteriyên me her tim ji me re dibêjin, ‘diyar jin ji vê derê dixebitin.’ Bi karê ku em dikin pesnê me didin.  Ev dibe sedem ku em karê xwe hîn baştir bikin.”    GUHERTIN KIRIN   Çalişan, da zanîn ku dem bi dem ew bi nêzîkatiyên cihêkar re rûbirû dimînin û wiha got: “Dema ku em dixwazin bi tomerîfiroşan re danûstandinê bikin, bi me zor tê. Asta cîdî girtina jinekê, li gorî ya zilamekê kême. Gelek ji wan me cîdî nagirin. Hinek ji wan jî me fêm dikin û alîkariya me dikin. Ev jî dibe sedem ku em karê xwe zû biz û çareser nekin û bi demê re bimîne. Piştî ku hevjînê min hat girtin, ez bi têgîna ‘jin-namûs’ re rûbirû mam. Di destpêkê de dayika min jî ji min bawer nekir. Lê piştî demekê min feraseta nikare bike şikand. Berpirsiyartiya min girt ser milê xwe, di jiyana min de guhertinên cîdî çêkirin. Ez berê diçûm şarederiyê. Min di navbera saetên 08.00 û 17.00’an de karê xwe dikir û derdiketim. Lê niha ez bi xwe xwediyê karê xwe me û berpirsiyartiyeke min heye. Saetên vî karî tuneye. Berpirsiyartiya wê pir zêdeye. Di vî karî de dan û standin pir girînge. Êdî ez gehiştime vê qeneetê, ger zilam dikarin bikin, wê demê jin jî dikarin bikin.”   BANGA ‘BIKEVIN FERQA XWE’   Çalişan, banga “Bikevin ferqa hêza xwe” li jinan kir û got: “Her tişt bi mirovan dest pê dike. Ger mirov bi xwe bawer be, dikare her tiştî bi ser bixe. Di endama têkoşînê de mirov digehe astekê. Ger jin dixwazin tiştekê bikin, divê berî her tiştî bi xwe bawer bin. Rîska her karî heye. Bila biceribînin û hêza xwe bibînin.”   ASTENGIYAN NAS NAKIN   Dîlyar Çalişan (22) a di sala 2020’an de, di Beşa Rêveberiyên Herêmî de mezun bû jî, wiha behsa dikandariya xwe kir: “Di nava jiyanê de jin rastî gelek zoriyan tên. Mîna her qadê, di bazirganiyê de jî zor û zehmetî hene. Li cihekê ku keda jinê li hebe, her tişt rast û bi wateye. Di nêrîna civakê de, divê jin li mala xwe rûne, zêde dernekeve derve û di qadên cuda yên jiyanê de cih negire. Lê me ev nêrîn, li derdora xwe şikand. Niha em bi jinan didin hîn kirin ku jin jî dikarin karê xwe bi xwe bikin û aboriya xwe qezenc bikin. Ger jin bixwazin dikarin bikin. Dikarin hemû astengiyên li pêşiya xwe nas nekin û derbas bikin.”   MA / Ozlem Yayan