‘Em ji tecrîdê re dibêjin hodrî meydan’ 2021-03-03 17:07:54 STENBOL - Li Bagcilara Stenbolê polîsan meşa jinan asteng kir. Li ser astengkirinê jinan şahî li dar xist. Parlamenter Feleknas Ûca bertek nîşanî astengiyê da û got: “Em ji pergala ku me kiriye tecrîdê re dibêjin hodrî meydan.”    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi rasthatina 8’ê Adarê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê û li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” li navçeya Bagcilara Stenbolê meş li dar bixin. Polîsan bi hêceta pandemiyê meş qedexe kir. Li ser vê yekê jin li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bagcilarê kom bûn û şahî li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca û Dilşat Canbaz û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Jinan di şahiyê de dirûşm berz kirin.    ‘HODRÎ MEYDAN’   Feleknas Ûca di şahiyê de axivî û destnîşan kir ku jin li ser rêya heqîqetê dimeşin û 8’ê Adarê roja berxwedan û têkoşînê ye. Ûca banga xwedî derketina greva birçîbûnê ya girtiyan kir û divê jin li dijî tecrîdê berxwedanê mezin bikin. Ûca bertek nîşanî astengiya meşê jî da û got: “Em ji pergala ku me kiriye tecrîdê re dibêjin hodrî meydan. Hûnê bi tirsa xwe biçin em ê jî bi berxwedana xwe bimînin.”    Di şahiyê de banga beşdariya meşên jinan ên di 6’ê adarê li Kadikoyê û di 8’ê Adarê de li Taksîmê hat kirin.    Piştî axaftinan şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.