Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin 2021-03-04 09:00:58 AMED - Jinên amedî gotin ew di erefeya 8’ê Adarê de hêvî dikin ku jin neyên qetilkirin û xwestin zordarî û kedxwariya li ser jinan bê rakirin û qanûn bên pêkanîn.  Jinan bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê starta çalakî û şahiyan dan. Jin wek her sal wê îsal jî li dijî pergala zilam, newekhevî, kedxwarî û tundiya zilam û dewletê dengê xwe bilind bikin. Me di erefeya 8’ê Adarê de têkildarî girîngiya 8'ê Adarê ji jinan pirs kir û wan jî nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman.    LI DIJÎ NEWEKHEVIYÊ   Sûltan Tekîn a li Cadeya Ekîncîler a navçeya Yenîşehîrê ku ji mîkrofona me re axivî diyar kir ku li gel bi salan têdikoşîn jî hêj mafên ku jinan negirtine hene û wiha axivî: “Ji paşêrojê heta niha di bingeha civakî de pergala baviksalariyê bi cih bûye. Li hemû cîhanê ev derbasdar e. Ji ber wê yekê jin ji vê pêvajoyê berpirsyar tên girtin. Lê ne tenê jin hemû beşên civakê divê li dijî vê pergalê têbikoşin. Ji ber ku di civakeke ku jin û zilam newekhev bin tenê jin bêsiûd nabin.”   MAFÊN JINAN TUNE   Çîgdem Demîr jî da zanîn ku li Tirkiyeyê girîngiya 8’ê Adarê nemaye û wiha got: “Em di televîzyonan de dibînin ku bi sedan jin tên qetilkirin. Ji ber wê yekê li Tirkiyeyê tu mafên jinan tune ye. Li vî welatî jin ne azad in.”   Demîr diyar kir ku li Bazara Jinan dixebite û wiha axivî: “Ez hewl didim ku ser lingên xwe bisekinim lê niha dixwazin bazara jinan ji jinan bistînin û bidin zilaman. Li Tirkiyeyê mafê ku didin jinan eve. Sedemê bi dehan qetilkirinan jinan a li Tirkiyeyê nebûna azadiya jinan a aboriyê. Ji 8’ê Adarê tu hêviyên me nînin ji ber ku li Tirkiyeyê maf tune ye.”   BILA PEYMANA STENBOLÊ BÊ SEPANDIN   Sîpan Satiç jî bi bîr xist ku 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi bedelên mezin hatiye heta roja îro û got: “Dixwazim ku kedxwarî û zordariya li ser jinan bê rakirin. Li welat rêjeya tundiya li ser jinê gelek zêde ye. Ez dixwazim li dijî vê yekê Peymana Stenbolê bê sepandin.”   CÎHANEKE BÊTUNDÎ   Sûltan Yildiz jî destnîşan kir ku 8’ê Adarê ji bo jinan gelek girîng e û wiha axivî: “Bi taybetî di demekî ku zilam xwe ji jinan serdesttir dibînin de 8’ê Adarê girîngtir e. Tenê daxwaziyeke me ji 8’ê Adarê heye ku ji niha û şunde tu jin tundiyê nebine, zarok di temenê biçûk de neyên zewicandin û hemû jinên me xwe li ser lingên xwe bigirine.”   CÎNAYETÊN JINAN ZÊDETIR BÛNE   Hatîce Yalçinkaya jî anî ziman ku di 20 salan de cînayetên jinan zêdetir bûne û wiha got: “Divê hikumeta AKP'ê bizivire li pratîkên xwe binêre. Beriya 100 salan jî jin dihatin pelçikandin niha jî ev zext berdewam dike. Divê êdî ji vê re bêjin bes. Bila cînayetên jinan çênebin.”   HELWESTA DARAZÊ   Sena Katkan jî ji bo 8’ê Adarê hêvî kir ku ji niha ve tundî li tu jinan neyê kirin û neyên kuştin û wiha got: “Mixabin di nava mehekê de 30-40 jin hatin qetilkirin. Zilamên ku tundiyê li jinan dikin çend rojan radizin û derdikevin. Hemû zilam jî li derve digerin. Lê jin nikarin şev rehet bigerin, ji cilên li xwe dikin tên darizandin. Ji bo ku ev were guhertin divê ewilî dadgeh cezayên pêximker bide û pişt re jî divê hişmendiya zilam were guhertin.”   MA / Eylem Akdag - Cahît Ozbek