Banga ji bo mîtînga 8'ê Adarê: Em qadê bi reng û tilîliyên xwe bixemilînin 2021-03-05 09:00:59 AMED - Jinan ji bo mîtînga 8'ê Adarê ku dê li Amedê bê lidarxistin bang kir: "Em bi tilîlî û dirûşmeyên xwe li hev kom bibin, em bi hev re Qada Îstasyonê bi rengên xwe bixemilînin."  Ê di 8'ê Adarê saet di 13.00'an de bi pêşengiya Platforma Jinê ya Dîcle Amedê bi dirûşmeya "Em li dijî qirkirina jinê jyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" li Qada Stasyoyê ya Amedê mîtîngek bê lidarxistin. Aktivîstên jin ku ji bo mîtîngê bênavber dixebitin, bang li hemû jinan kirin û gotin: "Em bi tilîlî û dirûşmeyên xwe li hev kom bibin, em bi hev re Qada Îstasyonê bi rengên xwe bixemilînin."    Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Remziya Sizici, anî ziman ku ji bo 8'ê Adarê gund bi gund, kuçe bi kuçe digerin û ewê di 8'ê Adarê de li Qada Stasyonê bin. Sizici got: "Em b kelecan û coşeke mezin amadekariyên 8'ê Adarê dikin. Em ê her tim biqîrin û bitêkoşin. Em li benda hemû jinana ku bên Qada Îstasyonê û biqîrin. Em bi tilîlî û dirûşmeyên xwe li hev kom bibin, em bi hev re Qada Îstasyonê bi rengên xwe bixemilînin."    Aktivîsta TJA'yê Medîne Efe jî, destnîşan kir ku li dijî tahde û êrîşên li ser jinan derî bi derî digerin û jinan birêxistin dikin û got: "Em ji bo feraseta bavkaniyê biqedînin dixebitin. Banga me ji bo hemû jina ye; em li bendî wan in ku ji 7 saliyê heta heftê saliyê bi rengê xwe, bi tilîliyên xwe û bi dûrûşmeyên xwe li Qada Îstasyonê bin."