Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike 2021-03-25 09:55:41 WAN - Jinên KESK’î, diyar kirin ku bi biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê, tune hesibandina jinane û gotin: “Ev biryar tenê jinan eleqeder nake, di heman demê de zilaman jî eleqeder dike. Kesên li dijî vê biryarê dengê xwe dernexin, alîgirin.”   Tirkiye di 20’ê Adarê, bi Biryarnameya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, ji Peymana Stenbolê vekişiya. Rêxistinên jinan li dijî feshkirina peymanê li Şûraya Dewletê doz vekirin. Bertekên rêxistinên jinan û gelek beşên civakê yên li dijî vê biryarê dewam dikin. Jinên endamên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Çemawerî (KESK), hirsa xwe ya li dijî vê vekişandinê anîn ziman û dest nîşan kirin bi vê biryarê jin bi temamî bê parastin hatin hiştin.    JIN TUNE HESIBANDIN   Sekretera Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Wanê Seda Guler, diyar kir nabe ku ev biryar tenê ji aliyê kesekê ve bê girtin û wiha axivî: “Ev biryar tê wateya ku dewlet piştgiriyê dide qetilkirinên jinan. Carek din me fêm kir ku hişmendiya serdest a zilam piştgiriyê ji dewletê digire û pişta bersûcan diferikîne. Ev biyar wê bi xwe re qirkirina jinan bîne. Lê ligel hemû tiştî jî, emê dest ji destkeftiyên xwe bernedin. Bi vê biryarê pêşiya qetilkirinên jinan, tecawîzkirina jin û zarokan, tundiya li ser jin û zarokan vekirin. Pêşiya tundiya di nava malbatê de vekirin.”    ZILAM JÎ ELEQEDER DIKE   Endama Şaxa SES’ê ya WAnê Asya Kaçar jî, dest nîşan kir ku di sala 2016’an de bi KHK’ê hatiye îxraçkirin û wiha got: “Bi feshkirina peymanê ez cardin rastî xespa ma hatim. Ne raste ku Peymana Stenbolê tenê weke peymana jinan bê pênaskirin. Yên ku rastî qirkirinê tên jinin. Lê ev zilaman jî eleqeder dike. Ev peyman LGBTÎ+, zarokan, berastengan û her kesî eleqeder dike. Kesên li dijî vê biryarê dengê xwe dernexin, alîgirin.”   BÊDENGÎ ALÎGIRIYE   TÊKOŞÎNA WAN DÊ DEWAM BIKE   Sekretera Jinan a Sendikaya Kedkarên Perwerdê û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Wanê Fûnda Demîr Bozkûrt jî, bi bîr xist ku bi vê biyarê jin bêparastin hatin hiştin û wiha bilêv kir: “Bi vê biryarê pêşî li qetilkirin û tundiya li ser jinê vekirin. Dibe ku her kêlî em rastî tuneyê bên. Di vî warî de fikarên me zêdene. Lê çi dibe bila bibe em ê dest ji maf û destkeftiyên xwe bernedin.”    Bozkurt, da zanîn ku bi vê vekişandinê re zarok jî bê paratin hatin hiştin û ev peyam da: “Zilamên ku dewlet pişta wan diferikînin, bi feshkirina peymanê, meyla xwe ya ji bo tundiyê zêdetir kirin. Nabe ku ev peyman, qûrbanê paşverûtiyên zilaman bên kirin. Emê tu carî vê yekê qebûl nekin. Ji peymanê vekişandin emê qebûl nekin û her tim li dijî vê biryarê derkevin.”    MA / Bariş Donmez