Ji bo tenduristiya civakê pêşî divê tenduristiya jinê baş be! 2021-03-28 09:06:25 ENQERE - Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Bijîşk Meltem Gunbegî, destnîşan kir ku ji bo tenduristiya civakê pêşî divê tenduristiya jinê baş be. GUnbegî, ji bo civakeke tenduristiya wê baş, îşaret bi Peymana Stenbolê kir ku hemû mafên jinan diparêze.    Bertekên li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê didomin. Jinên di warê ked û demokrasiyê de têdikoşin Peymana Stenbolê û helwesta îqtidarê nirxandin.    MAFÊ JIYANÊ    Endama Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Laleş Tûnç, destnîşan kir ku dê dev ji peymanê bernedin û got: "Em jin, em ê nehêlin ku jiyana me, bedena me bibe amûreke lîstikên siyasetê. Di warê pêkanîna peymanê de pirsgirêk hebûn û em ji bo pêkanîna wê têdikoşiyan. Em ê niha jî bi heman awayî bitêkoşin. Em bijîşk, rêzê li mafê jiyanê digirin û bi vî awayî dest bi kar dikin. Peymana Stenbolê, ji bo hemû jinan têkoşîna mafê jiyanê ye."    HÎN BÊTIR TÊKOŞÎN    Sekretera Giştî ya SES'ê Pinar Îçel jî diyar kir ku peyman ji bo xeatkarên tenduristiyê yên jin û ji bo nexweşên jin pir hêja bû û wê ji bo peymanê tim bitêkoşin. Îçel, destnîşan kir ku biryara fesixkirina wê bêhukm e, lê ji ku bi awayekî çalak pêk bê, em ê hîn bêtir bitêkoşin."    Ji Beşa Tenduristiya Gel a Zanîngeha Hacettepeyê Doç. Dr. Nukhet Paksoy jî bal kişand ser xala "wekheviya zayenda civakî" ya di peymanê de. Paksoy, bilêv kir ku tahde astengiyeke mezin e li ber wekheviya jin-mêr û got: "Tişta em jê re dibêjin tahde, tenê ne li kuçeyan, li nav malê, li odeya razanê, li ber çavê zarokan yanî li her derî heye. Îja dixwazî bila Peymana Stenbolê rakin, dixwazî bila ranekin, lê jin dê tim mafên xwe biparêzin. Îro navê wê Peymana Stenbolê ye, sibê yê bibe daxuyaniya Madrîdê, qet ferq nake. Ê jin dev ji vê rêya xwe bernedin."    JI BO TENDURISTIYA CIVAKÊ...    Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Bijîşk Meltem Gunbegî got: "Di feraseta me ya tenduristiyê de, tenê tenduristiya bedenê tune ye. Lewma em li dijî hemû cureyên tahdeyê ne. Em di vê çarçoveyê de nmzî tahdeya derûnî, tahdeya dijîtal jî dibin."    Gunbegî, destnîşan kir ku ew tenduristkar bi feraseta tenduristiya civakê dixebitin û got: "Ji bo tenduristiya civakî, berî her tiştî tenduristiya komên dezavantaj; jin, penaber, kesên LGBTÎ+ girîng e. Ji lew re bêyî tenduristiya wan ne mimkun e ku mirov karibe behsa tenduristiya civakê bike. Lewma em betalkirina peymanê wekî êrîşeke pir cidî dinirxînin."    Berdevka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Melek Aşir jî diyar kir ku peyman jinê di civakê de kiriye kirdeya sereke û tenê ne mafê jiyanê yê jinê, mafê wê yê hebûnê jî bi qanûna jimare 6284'an hatiye mîsogerkirin.    Nûnera Komîsyona Jinê ya Enqereyê ya DÎSK'ê Nevîn Kiziloz jî fesixkirina peymanê dê ji bo jinan bibe sedema encamine xirab û Sekretera Egîtîm-Sen a Şaxa 4'an Egde Ejderoglû jî destnîşan kir ku tişta herî girîng a ku jinê diparêze têkoşîna jinê ye.