Jina ku hevjînê wê xwest wê bikuje birîndar bû 2021-03-29 16:05:03 TEKÎRDAG - Li navçeya Mûratliyê Ekrem A. yê bi hevjîna xwe Ayşe A. re nîqaş kir, hevjîna xwe bi darê zorê bir daristanê û xwest wê bikuje.   Li navçeya Mûratli ya Tekîrdagê, zilamê bi navê Ekrem A. yê bi hevjîna xwe Ayşe A. re nîqaş kir, hevjîna xwe bi darê zorê bir daristanê û xwest wê bikuje. Ekrem A. piştî êrişê ji cihê bûyerê reviya. Ayşe A. ya birîndar bû jî, bi derfetên xwe ji daristanê derket û ji ajokarên di rê de derbas dibûn alîkarî xwest. Ayşe A. ya tîmên tenduristiyê mudaxileya ewilî lê kirin, rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Tekîrdagê. Ayşe A. ya li nexweşxaneyê tê dermankirin, ji ber xetereya jiyana wê heye sewqî nexweşxaneyeke Stenbolê ku beşa şewatê lê heye, hat kirin. Ekrem A. yê piştî bûyerê hat binçavkirin, dûre sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê Ekrem A. girt û şand girtîgehê.