'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye' 2021-04-01 09:00:51 MÊRSÎN - Endamên Platforma Jinan a Mêrsînê ji bo şermezarkirina biryara derbarê Peymana Stenbolê de meşek li dar xistibûn. Ji ber vê meşê li 6 endamên platformê cezayê pereyî hat birîn. Jinan diyar kir ku cezayê hatiye birîn tahdeyeke aborî ye û dê tim li kuçeyan bin û bitêkoşin.  Endamên Platforma Jinan a Mêrsînê ji bo şermezarkirina biryara fesixkirina Peymana Stenbolê meşek li dar xistibûn. Bi hinceta "guh li mesafeya fizîkî nekirine" li 6 endamên platformê 21 hezar û 598 TL ceza hat birîn. Jinan destnîşan kir ku dê li ber polîtîkayên dijminatiyê yên îqtidarê serî netewînin.    EM Ê SERÎ NETEWÎNIN    Endama Tora Parastinê ya Jinan a Mêrsînê Elmas Kara, anî ziman ku di 20'ê Adarê de li bajêr derbarê Peymana Stenbolê de meşek li dar xistine, lê belê bi hinceta "binpêkirina qanûna Umûmî Hifzîssihha"yê ceza li wan hatiye birîn. Kara, diyar kir ku dê li dijî van cezayan û astengî û gefên polîsan bitêkoşin û got: "Em ê li ber van gefan û cezayan serî netewînin."    70 HEZAR CEZA    Endama Platforma Jinan a Mêrsînê Fatoş Sarikaya, bibîr xist ku par di çalakiya ji bo Peymana Stenbolê û çalakiya derbarê kuştina Pinar Gultekînê de li 25 jinan 70 hezar TL ceza hatibû birîn û got: "Ev cezayên pereyî, tahdeyeke aborî ye li hemberî me." Sarikaya, diyar kir ku îqtidar pandemiyê dike û hincet û bi vî awayî naxwaze jin dakevin kuçeyan. Sarikaya, bal kişand kongreyên AKP'ê û destnîşan kir ku armanca cezayan tepisandina jinê ye, lê belê dê tim li kuçeyan bin û bitêkoşin.    MA / Esra Solîn Dal