Jin wê li Wan û Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin 2021-04-04 09:00:41 ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê, dê tevî TJA'yê di meha Nîsanê de li Wan û Amedê li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê meşeke hevpar li dar bixe.  Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 30'yê Adarê de civîna Koordînasyona Jinê çêkiribû û di civînê de di çarçoveya kampanyaya "Edalet ji bo her kesî" de derbarê bernameya "Edalet ji bo jinan" hin biryar girtin.    MEŞ    Di civînê de li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê, biryar girt ku hin çalakian li dar bixe. Dê di meha Nîsanê de tevî Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê û Amedê meşeke hevpar li dar bixe.    PEYMANA STENBOLÊ   Meclîsa Jinan, dê hefteya bê derbarê peymanê de li Stenbolê hevdîtineke jinan a berfireh çêbike. Dê li Stenbolê bi rojnamevan û nivîskarên jin re civînekê çêbike. Her wiha dê panelan, rêzeçalakiyên mor li dar bixe û dê çalakia konvedanê û vekirina standan li dar bixe.    Milê duyem ê bernameya "Edalet ji bo jinan" jî dê di 5'ê Nîsanê de li Stenbolê dest pê bike. Meclîsa Jinan ê piştî vê bernameyê di 13-14 û 15'ê Nîsanê de li Aydin û Îzmîrê di warê xizaniya jinê de hin xebatan bike.    HEVDÎTIN BI PARTIYÊN SIYASÎ RE   Meclîsa Jinan, dê di çarçoveya bernameya xwe de pankarta ku navê jinên ji Çileya 2021'ê heya niha hatin kuştin li ser, bişîne bajaran. Ê derbarê Peymana Stenbolê de bi saziyên jinan û partiên siyasî re hevdîtinên xwe bidomîne.    MA / Zemo Aggoz