Ji TJA'yê peyama 4'ê Nîsanê: Mirovahî şahidiya berxwedanê birûmet dike 2021-04-04 15:54:13   AMED - TJA'yê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Jin, hebûna mirovê Zanist, weke hebûna xwe, dîlgirtina wî weke dîlgirtina xwe û azadiya wî weke azadiya xwe dibînin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya rojbûna 72'yemîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Di daxuyaniya hat weşandin de, wiha hat gotin: "Ocalan tevahiya emrê xwe, diyarî têkoşîna jiyana wekhev a gelê Kurd kiriye. Birêz Ocalan êdî ji kesayetekê wêdetir, rastiya felsefe, lêgerîn û heqîqetekê ye."   TJA'yê bal kişand ser tecrîda giran û dîlgirtina Ocalan jî wiha pê de çû: "Mirovê têgihiştî ku nêzî çaryek sedsale li giraveke bêmirov hatiye hiştin li odeyeke biçûk di nava tecrîdeke giran de ye, berxwedana bi rûmet a kêm hatiye dîtin, dewam dike."   Di daxuyaniyê de rojbûna Ocalan hat pîrozkirin û ev peyam hat dayîn: "Bi hêviya ku li siberojên azad, bi tilîliyên jinên ku rojê hiltînin, bi govendê em careke din dibêjin ku baş e tu ji dayik bûye, baş e ku tu heye."