Komeleya Jinan a Rosayê: Êriş tundiya dewletê ya sîstematîk e 2021-04-05 15:32:26   AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya diyar kir ku zêxtên li ser komeleya wan tundiya dewletê ya bi sîstematîk e û wiha got: “Em li dijî van êrişan êdî pir bi hêrs in. Ev hêrs wê me zêdetir bi rêxistin bike û wê gavên bi hêztir bi me bide avêtin.”   Komeleya Jinan a Rosayê têkildarî binçavkirin û zextên li ser komaleya xwe li baxçeyê komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên komeleyê û gelek nûnerên rêxistinên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya axivî.    Kaya diyar kir ku polîsan bi ser komeleya wan û malên gelek jinan de girtine û wiha got: “Em îro jî bi êrişên ser têkoşîna jinan hişyar bûn. Ji 22’yê Gulana 2020’an û vir ve hem li ser komeleya me hem jî li ser têkoşîna jinan li Amedê êrişên ku gihîştine asta tacîza darazê tên kirin. Di van êrişan de hema bêja ji her jinên ku di têkoşîna azadiya jinan de cih digire re dosyayeke lêpirsînê vekirine.”   TUNDIYA DEWLETÊ YA BI SÎSTEMATÎK    Kaya destnîşan kir ku Komeleya Jinan a Rosayê têkoşîna azadiyê ya jinan bi rê ve dibe û wiha berdewam kir: “Em weke Komeleya Jinan a Rosayê li dijî qirqirina jinê têkoşînekê bi rêve dibin. Me li dijî tacîz, tecawiz, di temenê biçûk de bi darê zorê zewicandinê, betalkirina Peymana Stenbolê, desteserkirina mafê nafaqê hin çalakî li dar xistin. Ev hemû di dosyayên me yên niha em jê tên darizandin de hene. Xebatên me hemû di vê çarçoveyê de ye. Gelek ji wan hevalên jin ên îro hatin binçavkirin jî ji ber van çalakiyan hatin binçavkirin. Dixwazin bi van êrişan komeleya me îllegalîze bikin. Çawa di nava civakê de tundiya bi awayekî sîstematîk li jinan tê kirin, polîtîkaya dewletê be îro jî ev êrişên li dijî têkoşîna jinê tên birêvebirin tundiya dewletê ya bi sîstematîk e. Em li dijî van êrişan êdî pir bi hêrs in. Ev hêrs wê me zêdetir bi rêxistin bike û wê gavên bi hêztir bi me bide avêtin.”   ‘WÊ DENGÊ ME BÊTIR DERKEVE’   Kaya da zanîn ku wê jin li dijî van êrişan dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em tu car dest ji têkoşîna xwe ya ku ji bo jinek nemire û neyê tecawizkirin bernedin. Em ê tu car dest ji daxwaza maf û edaletê bernedin. Ev hişmendiya ku îro Gulistan Dokû nedîtî, di mijara têkoşîna jinan de bi awayekî rihet dikare tevbigere. Li dijî vê neheqiyê wê gotina me û dengê me bêtir derkeve. Em tû car dest ji daxwaza xwe ya azadî, wekhevî, aştî û edaletê bernedin û ji xebatên xwe paşve nemînin.”   PEYMAN STENBOLÊ   Kaya anî ziman ku armanca serdegirtina komeleyê çalakiya wan a di 10’ê Nîsanê de li dijî biryara Peymana Stenbolê paş ve were ye û wê çalakiya xwe bi awayekî xurt pêk bînin.   'BERDEWAMA OPERASYONA 22'YÊ GULANÊ YE'    Endama komeleyê û parêzera wê Elîf Tîrenç Îpek axivî û diyar kir ku serdegirtina komeleyê berdewama serdegirtina 22’ê Gulanê ye. Îpek da zanîn ku di serdegirtinê e parêzer û rêveberên komeleyê nehatine agahdarkirin û diyar kir ku biryara lêgerînê nîşan nedane. Îpek anî ziman ku biryara nepeniyê danîne ser dosyayê û hêceta lêpirsînê bi dest nexistine. Îpek got di encama lêgerîna du saetan de polîsan bi awayekî bêhiqûqî dest danîne ser evraqên fermî û projeyan û bêyî dozgerê lêpirsînê agahdar bikin ev yek pêk hatiye.   'TIŞTEKÎ SÛC TUNE YE'   Îpek anî ziman ku serdegirtin di çarçoveya êrişên ser têkoşîna jinan pêk hatiye û wiha got: “Wê di 8'ê nîsanê de Komeleya me bihata kontrolkirin. Derbarê vê yekê de amadekariyên me jî hebûn lê dest danîn ser hemû evraqan. Bi vî şiklî wê kontrolkirineke çawa çêbibe. Di dawiya lêgerînê de mînaka girtekê nedan me. Piştî fermana dozger me tenê dikaribû wêneyê girteka lêgerînê bigirin. Tu tiştekî ku bibe sûc, tune ye. Derbarê vê yekê de tu daxuyanî jî nehatin dayîn.”