Ne ji darazê, ji hêza rêxistinbûyî ya jinan bawer dikin 2021-04-15 09:06:55 ENQERE - Li Enqereyê jinan anî ziman ku piştî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê, fikarên wan zêde bûne. Jinan destnîşan kir ku ne bi qanûnan bi hêza rêxistinbûyî ya jinan û piştevaniyê bawer dikin.  Bertek û nerazîbûnên li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê didomin. Me li Meyda Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê ji jinan pirsî bê ka derbarê vê biryara navbirî de çi difikirin. Jinan destnîşan kir ku ji qanûnan bawer nakin, tenê ji têkoşîna rêxistinbûyî bawer dikin.    Nazmiye Kaya, diyar kir ku jin bi xetereyê re rû bi rû ne û got: "Tu garantiyek tune ye ku gava tu di rê de bimeşî an jî ji kar bêyî û tu bi taciz, tecawiz û êrîşan re rû bi rû nemînî. Qanûnek tune ye ku min biparêze. Kiryar tên girtin, lê piştî wextekê tên berdan. Em li bendê bûn Peymana Stenbolê pêk bê, rabûn ew fesix kirin. Em li ber ketin. Dixwazim rojek berî rojekê dev ji vê biryarê berdin."    SÛC Ê ÎQTIDARÊ YE    Ferîha Oray jî ji bo biryara navbirî got: "Dijminatî ye." Oray ku got "gava em dertên derve em ditirsin" got: "Em ditirsin tiştek bê serê zarokên me û neviyên me. Heya ev hikûmet hebe, dê wisa be. Polîtîkaya wan, polîtîkaya tepisandinê ye. Dijminên jinan e. Dixwazin her kes bi ya wan bike."    JI DEWLETÊ BAWER NAKIN    Dîlan Naz Akyuz jî got: "Me gelek çalakî li dar xistin. Lê guh nedanê. Tu dibêjî qey kor bûne." Akyuz, anî ziman ku hewl didin dengê wan bê bihîstin û got: "Dizanim gava tiştek bê serê min dê tenê jin doza mafên min bikin û dê li ser medyaya sosyla piştevaniyek çêbibe. Bi tu awayî ji dewletê bawer nakim. Lewm em şermezar dikin."    ÇIMA DEV JI PEYMANÊ BERDAN?    Yasemîn Karayagiz jî destnîşan kir ku dê bi vê biryarê re kiryar neyên cezakirin û got: "Piştî biryarê tirsa me zêde bû. Gelek tişt hene divê bên helkirin, lê rabûn dev ji peymanê berdan. Çima? Li ser medyaya sosyal bi navê '12Nisan' tagek hatibû çêkirin. Di van parvekirinan de bûyerên tecawiz û tacizê hatibûn rewakirin. Hinan got 'ev henek in', lê em dizanin di bin her henekê de rastiyek heye."    Buşra Yaşar jî bilêv kir ku êvarî gava ji bo çopê birijîne dertê derve û gava li malê bi tena serê xwe ye ditirse ku tiştek bê serê wê. Yaşar, xwest qanûnên pêşî li ber tahdeyê digirin bên çêkirin.