Sekretera Jinan a KESK’ê: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin 2021-04-16 13:31:15   ENQERE - Sekretera Jinan a KESK’ê Gulistan Atasoy diyar kir ku di demên dawî de endam û rêveberên wan ên jin bi sepanên bêhiqûqî re rûbirû dimînin û ew ê bi piştevanî û yekgirtinê têkoşîna xwe li pêş bixin.    Konfedaryona Sendîkayên Kedakrên Cemaweriyê (KESK) têkildarî zextên di demên dawî de li ser kedkarên cemaweriyê zêde bûne û fesixkirina Peymana Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya KESK’ê bi dirûşmeya “Em dev ji têkoşîna xwe bernadin” pêk hat û rêveberên KESK’ê beşdar bûn.    Sekretera Giştî ya Jinan a KESK’ê Gulistan Atasoy di civînê de axivî û bal kişand ser bêedaliyeta di nava civakê de û got: “Newekheviya ku kapîtalîzma baviksalar diafirîne îro li gelek deverên cîhanê tundî, tacîz, şer, krîz, xizanî, bêkarî, mobbîng, cihêkariyê kûr dike. Tevî van hemûyan jî daxwazên jinan ên wek jiyanek mirovane, demokrasiya rasteqîn û wekheviyê bilind dibe.”    ÊRIŞÊN BÎRDOZΠ   Atasoy destnîşan kir ku li dijî têkoşîna jinan feraseta gefxwarî û êrişkar li ser jinan êrişên xwe yên bîrdozî zêde kirine û got: “Bi fesixkirina Peymana Stenbolê û yasayên nû tê xwestin ku tundiya li ser jinan were zêdekirin.”    JIN BI SEPANÊN CUDA RE RÛBIRÛ NE    Atasoy anî ziman ku îqtidara AKP’ê tiştên mîna hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û pandemiyê ji xwe re veguherandiye fersendê û ev yek jî avakirina rejîma “yek zilamî” nîşan dide. Atasoy da zanîn ku ji bere w li her deverê rêxistinbûyîna xwe li pêş dixin û ji ber vê yekê jî jin bi lêpirsînên neheqî û bêhiqûqî, îxracan, ji kar derxistin û her cûre cezakirinan re rûbirû dimînin. Atasoy anî ziman ku di demên dawî de jinên endam û rêveberên saziyên cuda bi sepanên neheq û bêhiqûqî re rûbirû dimînin û xwest tavilê dawî li vê wera anîn.    ‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’    Atasoy destnîşan kir ku ew ê tevî van zextên li ser endam û rêveberên wan jî dest ji têkoşîna xwe bernedin û ew ê wek jinên KESK’ê qet û qet dest ji têkoşîn, piştevanî û hevgirtina hev bernedin û têkoşîna xwe her bi pêş ve bibin.