Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye 2021-04-20 09:00:47 ENQERE - Rojnemvanên jin ên li Enqereyê dixebitin têkildarî Roja Rojnamevaniya Kurdî axivîn û gotin: "Beriya her tiştî, di çapameniya kurd de rolek cuda ya jinan heye. Di çapemeniyek din de kameramanek jin tune ye."  Li Kurdistanê 22'ê Nîsanê ji aliye kurdan ve wek Roja Rojnamevaniya Kurdî tê pîrozkirin. Rojnameya kurdî ya yekemîn bi navê Kurdistan, di 22'yê Nîsana 1898'an de ji alîyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve li paytexta Misirê Qahîreyê dest bi weşana xwe kir. Rojnama Kurdistanê ji 4 rûpelan pêk dihat û ji 15 rojan carekî, heta 1902'yan hat derxistin. Bi giştî 31 hejmarên rojnameya Kurdistanê hene.   Ev roj ji 22’ê Nîsana sala 1973’yan de wek Roja Rojnamevanîya Kurdî hatiye ragihandin û tê pîrozkirin.    Bi wesîleya Roja Rojnamevaniya Kurdî, rojnamevanên jin ên li Enqereyê kar dikin ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    Nuçegihana Doğrusu Haber a Enqereyê Buşra Taşkiran destnişan kir ku çapemeniya kurd dibe dengê hemû kesan û wiha got: “Ez li gelek cihên ku çapemeniya heremî û netewî naçê rastî çapemeniya kurd têm. Ev dide xuyakirin ku çapemeniya kurd li ba gel e. Çapemeniya netewî bi nêzikatiya çapemeniya kurd dikare bibîne ku tiştên biçûk jî çawa di jiyana mirovan de guherandinan çêdike. Çapemeniya kurdî di mijarên pir biçûk de jî bi hesas nêzîk dibe. Ez gelek caran bûme şahidê vê yekê."    ‘HEVGIRTIN HÊVÎ DIDE’   Taşkiran çavdêriyên xwe yên li qadê jî wiha vegot: “Hevalên ku di çapemeniya kurdî de dixebitin, her kî dibe bila bibe alîkarî dikin. Ev dibe hêviyek. Hêviyek wisa ye ku me di nav gel de jî bêriya vê kiriye. Rojnamevanên kurd çawa ku bi nûçeyên xwe ve dibin hêvî her wekî din bi alikarî û hevgirtina xwe ve jî dibin hêviya hevalên xwe yên di nav çapemeniyê de.”   ‘DI ÇAPEMENIYÊN DIN DE KAMERAMANÊN JIN TUNE NE’   Taşkiran a ku nûçegihanî û kameramaniyê bi hevdu re dike destnîşan kir ku ev rewş ji bilî wê tenê di çapemeniya kurdî de heye û wiha got: "Dema meriv lê dinêre tevahiya kameraman mêr in. Lê di van daxuyaniyan de ez tenê rastê çend hevalên jin ê di çapemeniya kurd de dixebitin têm, ku kameramaniyê jî dikin. Ev tiştek giring e. Ev rewş bala gel jî dikişine. Car caran hevalên jin ên rojnemvanên kurd gelek caran alîkariya min dikin. Ez ji vê yekê gelek kêfxweş dibim. Hebûna jinên rojnamevan ên kurd ku li qada çapemeniyê gelek girîng dibînim. Çapemeniya kurdî jî giringiyê dide vê yekê. Ji xeynê çapemeniya kurd di tu çapemeniyek din de kameramanên jin tune ne."    ASTENGIYÊN LI SER ROJNAMEVANAN    Nuçegihana Yeni1Mecra Burcu Yildirim jî Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir û derbarê şert û mercên çapemeniya kurdî de wiha got: “Di demek ku azadiya çapemeniyê nemaye de jî lê dîsa jî nivîsandin û şopandina nûçeyan tê kirin û helbet ev jî gelek zor e. Vegotina rastiya mirovan jî bûye perçeyek tekoşînê. Em li Enqerê di şopandina nûçeyan de gelek bi astengiyan re rûbirû dimînin. Hevalên me yên ku li heremê dixebitin hem van astengiyan dibînin û hem jî bi zextên dewletê re rûbirû dimînin."   ‘TEKOŞÎNA WAN HEWCEYÎ PÎROZKIRINÊ YE'    Yilirim anî ziman ku zextên dewletê yên li ser rojnamevanên kurd qet kêm nabin û wiha domand: "Hevalên me ji ber ku nûçeya du welatiyên ku ji helîkopterê hatin avêtin çêkirin bi mehan di girtîgehê de man. Ev ji mînakên zextên dawî ye. Sekn û têkoşîna wan hevalên me yên li Wanê hatin girtin û berdan hêjayî pîrozkirinê ye. Tiştên li bajarê herêmê diqewimin tenê di çapemeniyêa kurdî de tê dîtin. Em dengê jinan û zarokan bi ragihandina çapemeniyê kurd hîn dibin. Hewldana rojnamevanên kurd tenê ne ji bo gelê kurd e, hewldana wan her wiha piştevaniya edaletê û demokratîkbûna Tirkiyê ye jî. Ev hewldana rojnamevanên jin dibe pêşketina têkoşîna jinan jî."    ‘ROJNAMEGERIYA RASTÎ’   Yek ji berpirsa Rojnameya BirGunê ya Enqereyê Nurcan Bîlge Gokdemîr ji anî ziman ku ew hêvî dike ku Roja Rojnamevaniya Kurdî bibe sedema xelaskirina sansûr û zextan û got: "Ez çapemeniya kurd ji nêz ve dişopînim. Em êdî dizanin ku li Tirkiyê rojnamegerî çawa tê kirin. Lê rojnamegerên kurd bi rastî nûçeyên ku em dikarin wekî gerdunî bêjin yên rast digîhînin raya giştî. Rojnamegerên kurd rojnamegeriya rastî dikin. Li Tirkiyê rojnamevaniya kurdî û muxalîf bi zext û zordestiyên mezin re rûbirû mane. Lê li Tirkiyê herî zêde rojnamevanên kurd bi zext û astengiyan re rûbirû dimînin. Her tim mafê wan tê destserkirin û astengkirin. Rojnemvanên kurd tevî hemû zext, zordestî, qedexe, binçavkirin û girtinan jî dîsa li ber xwe didin. Hêz û têkoşîna rojnamevanên jin ên kurd hêzê dide jinên din ên rojnamevan."    'LI GEL ZEXTAN JÎ LI BER XWE DIDIN'    Nûçegihana Arti Tv Derya Okatan jî bi bîr xist ku beriya her tiştî 123 sal in kevneşopiyek  berdewam dike û wiha got: "Çapemeniya kurd li dijî hemû zext û zorê jî li ber xwe dide. Rojnamevaniya kurdî di dîroka çapemeniya Tirkiyê de di warê derketina rastiyê de cihek girîng digire. Tênê çend mînakên nûçeyên di demên nêz de jî viya dide xuyakirin. Wek nûçeya ku welatî ji helîkopterê hatin avêtin. Destdirêjiyên li Girtîgeha Pozantiyê ku qewîmîbû. Tenê ev çend mînak in."   ROJNAMEGERÊN DI GIRTÎGEHAN DE   Okatan bal kişand ser girîngiya çapemeniya kurdî û wiha berdewam kir: “Di warê rojnamegeriya aştiyê de jî gelek girîng e. Lê çapemeniya kurd gelek caran bi tenê hate hiştin. Niha gelek rojnamegerên kurd di girtîgehan de ne. Em navên wan jî nizanin. Lê mixabin em dibînin ku ew bi tenê hatine hiştin. Lê her hevalek me yê di girtigehê de ji bo me xwedî girîngiyê ne. Dibe ku em navên wan nizanibin lê belê em her tim ji bo piştevaniyê li ser pêya ne."    ROL Û GIRÎNGIYA JINAN A DI ÇAPEMENIYA KURD DE    Okatan bal kişand ser girîngiya rola jinan a di çapemeniya kurd û wiha got: "Di qada çapemeniyê de êdî gelek jin hene. Lê di asta rêveberiyê de pir cih nagirin. Ev rewş di zimên de jî tê xuyakirin. Rojnamegerên jin bi rastî li dijî zayendperestiyê di çapemeniyê mîsogeriyê tînin. Di warê zimanê zayedperestiyê yê çapemeniyê de têkoşînek dirêj hat kirin. Jin têkoşiyan û rewş hat vê merheleyê. Lê hêj gelek mijar hene ku divê em ji bo wan têbikoşin. Em hêj li dijî zimanê zayendperestiyê têdikoşin. Niha di çapemeniya kurd de çapemeniyek cuda ya jinan heye.”   MA / Zemo Aggoz