'Derdê serbijîşk veşartina rastiya îstismarê ye' 2018-01-30 09:26:21 STENBOL - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Bakirkoyê Mursel Firat, bi Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kanûnî Sûltan Suleymanê ku ducaniya 115 zarokên bi îstismarê nixumand re hevdîtin kir. Firat, anî ziman ku tenê derdê serbijîşk ew e ku rastiya îstîsmara li nexweşxaneyê veşêre.  Di nav 5 mehan de 39 jê sûriyeyî 115 zarokên dibiniya 18 saliyê de ji ber îstismarê ducanî bibûn û Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kanûnî Sûltan Suleymanê jî hewl dabû ku ser vê bûyerê binixumîne. Lê belê piştî derket holê, gelek derdoran bertekên tund nîşanî vê rewşê da û ew bertek hîn jî didomin. Her wiha di çarçoveya lêpirsîna têkildarî bûyerê de 5 kes hatin girtin û der barê 2 rayedarên cemaweriyê yên ku bûyer ranegihandine derên têkildar jî biryara "kontrola edlî" hat dayîn.    Piştî bûyer di çapemeniyê de rû da, di 24'ê Çileyê de Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyê (SES) a Bakirkoya Stenbolê Mursel Firat bi serbijîşkê nexweşxaneyê re hevdîtin çê kir û behsa wê hevdîtinê kir.    DERDÊ SERBIJÎŞK FIHÊLKIRINA NEXWEŞXANEYÊ YE BAŞHEKİMİN    Firat behsa hevdîtina xwe ya bi serbijîşk re kir û der barê hevdîtinê de ev tişt gotin: "Me rewş ji serbijîşk pirsî. Got di Cotmeha 2017'an de lêpirsînek hatiye destpêkirin û rapor hatiye nivîsandin. Got, rapor ji walîtiyê re hatiye şandin û di raporê de destûr nehatiye dayîn ku der barê kesê li wir peywira xwe nebaş bi cih aniye de bê vekirin. Serbijîşk dibêje hevala me ya hemşîre dibêje 'min gelek caran got, lê nehat kirin û min jî tiştekî wisa kir.' Min ji serbijîşk wiha pirsî: 'Mamoste tu difikirî ku xebatkarekî te peywira xwe nebaş bi cih aniye? Dibe ku li vir îhmalkariyek hebe?' Wiha bersiv da: 'Bawer nakim îhmalkarî hebe. Jixwe wê ev jî di encama lêpirsîna mufetîşan de derkeve holê. Em bawer nakin dê tiştekî wisa derkeve holê. Derdê me ew e ku em nexweşxaneya xwe fihêl bikin. Taliya talî em behsa nexweşxaneyeke ku bi hezaran nexweş tênê dikin. Ji ber vê bûyerê hejmara nexweşan kêm bû û mirov nayên nexweşxaneyê.'"    Firat diyar kir ku bi Qanûna Jimare 5395 a Parastina Zarokan de mecbûriyeta ku rewşên der barê zarokên di biniya 18 salan û yên di ser 15 salan de bên ragihandin heye. Firat diyar kir ku di sala 2012'an de Wezareta Tenduristiyê ji hemû tenduristkaran re nivîs şand û ew nivîs zelal e. Firat wiha domand: "Serbijîşk dibêje heke gilî tune be mecbûriyet tune ye. Dibêje 'hin tişt ji derveyî me çê dibin.' Ev rewş tenê ne ji bo vê nexweşxaneyê ye, li hemû bajarên Tirkiyeyê dibe bûyerên bi vî rengî hebin. Ger bivê em ê hefteya bê jî bi serbijîşk re hevdîtinê çê bikin. Mirovên ku bi vê rewşê re eleqedar dibin hene. Heke hûn bi vî karî re eleqedar nebin, dê deh rojan bê axaftin û paşê bê jibîrkirin. Ya ku divê em bikin ew e ku em bi israr bibêjin ku ev qanûn bê guherandin. Em ê daxwaz bikin ku em bi Wezareta Polîtîkayên Malbatan û Civakiyê û Gerînendetiya Tenduristiyê ya Bajêr re hevdîtinê çê bikin. Taliya talî ew vî karî bi rê ve dibin. Divê em tiştine berbiçav bikin. Têkildarî vê bi salan e em bi hevalên bijîşk re dixebitin. Ji bo ser neyê nixumandin em ê ji nêz ve bişopînin."    MA / Necla Demir