Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin 2021-05-12 12:50:13   ERZIROM – Dîlara Ozonûr, diyar kir ku ji ber li hemberî tacîza ku ji aliyê Midurê Herêma Erziromê yê Kargoyê Yûrtîçiyê Mûstafa S. ve lê hatiye kirin bêdeng namey ji kar hatiye derxistin û piştî ku gilî kiriye jî pêşniyara “karê baştir” lê hatiye kirin.   Dîlara Ozonûr, di 1’ê îlona 2020’an de weke sekreter li Miduriyeta Herêma Erziromê ya Kargoya Yûrtîçiyê dest bi kar kir. Midurê Herêmê yê Kargoyê Mûstafa S. 6 mehan Ozonûr tacîz kir. Ozonûr, tacîza ku lê hat kirin ji bi nivîsekê ji Miduriyeta Giştî re ragihand. Lê bi hinceta ku Ozonûr bûxtanê li rêveberê xwe kiriye di 2’ê nîsanê de ji kar hat derxistin. Her wiha ji ber ku Ozonur tacîza ku lê hatibû kirin li ser hesabê xwe yê medya civakî vegotibû miduriyetê têkildarî mijarê daxuyanî da û Ozonûr derewand.    JINÊN DIN JÎ TACÎZ KIRIYE   Ozonûr, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û serboriya xwe vegot. Ozonûr, diyar kir ku Mûstafa S. timik bi gotinên “Te kilo girtiye? Sînorên te çi ne? Ez ê biçim Wan ê 3 rojan ez ê te nebînim” tacîzî wê kiriye û wiha got: “Ji bilî min tacîzî jinên xebatkar ên din jî dikir. Piştî ku ji kar hatim derxistin, min bihîst ku jineke din jî ji ber tacîzê îstifa kiriye. Dema mu kum in tacîzê ji Miduriyeta Giştî re ragihand ji min re gotin ku em ji performan û ehlaqê te yê kar ne bi gazind in lê tiştên ku tu dibêjî buxtanin. Tu ji kar hatî derxistin.”   GEF XWARIYA Û PÊŞNIYARA KAR KIRIYE   Piştî ku ji kar tê derxistin Ozonûr serî li dozgeriyê dide û giliya Mûstafa S. dike û serboriya xwe li ser medya civakî parve dike. Ozonûr, da zanîn ku piştî piştgiriyên jê re hatine Mûstafa S. gefan lê xwariye û ev tişt anîn ziman: “Hevalên min ên kar li min geriyan û gotin, ‘Em jî piştgiriya te dikin. Ev ne bûyera yekemîn a vî kesî ye. Beriya niha jî bi heman rengî nêz dibû. Kê giliya wî kiribe ji kar derxist. Tu ne ya destpêkê yî û nebî ya dawîn jî’. Bav û kekê Mûstafa jî li min geriyan û pêşniyara kar li min kirin. Piştre Mûstafa bi kekê xwe re li bavê min geriya û pêşniayra karekî baştir kir. Min ev pêşniyar red kirin.”