Li Mêrsînê di salekê de 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dane 2021-05-31 15:24:57   MÊRSÎN - Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'a Mêrsînê Zeynep Benlî, diyar kir ku di salekê de 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li komeleyê dane û di warê hiqûqî de alîkariya wan kirine.    Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê, rapora xwe ya binpêkirina mafên jinan aşkere kir. Rapor, derbarê binpêkirinên mafan ên ji Adara 2020'î heya Nîsana 2021'ê de ne. Komîsyonê derbarê vê de li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di dema daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin" nivîsandî hat hilgirtin.    Endama komîsyonê Zeynep Benlî rapor xwend. Benlî, da zanîn ku di sala 2020'î de 36 û heya Nîsana 2021'ê jî 14 kes û bi giştî jî 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li komeleyê dane. Benlî, destnîşan kir ku binpêkirina mafên jinan zêde dibin û kesên serî li komeleya wan didin, di warê hiqûqî de alîkariya wan dikin. Benlî, bilêv kir ku di salekê de li bajêr ji ber birîndarkirina bi çekê, tahde û destdirêjiyê gelek kesan serî li wan daye û xebatên wan ên di vîw arî de li qadan didomin.    PEYMANA STENBOLÊ   Benlî, destnîşan kir ku fesixkirina Peymana Stenbolê tê wateya ku dewletê bi destê xwe tahd erewa kiriye û bi vî awayî tê xwestin ku destkeftiyên jinan ji holê bên rakirin. Her wiha Benlî, diyar kir ku li girtîgehan jî tahde li jinan tê kirin û bal kişand ser lêgerîna tazî.    JINÊN PENABER    Benlî, diyar kir ku kuştina jinan jî zêde bûye û ji bo rewşa jinên penaber jî destnîşan kir ku bi kedxwarşî tahdeî cihêkarî û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin.    Benlî, anî ziman ku dê Peymana Stenbolê neyê betalkirin û got: "Dê jin dev ji mafên xw ebernedin, dê ji bo mafên xwe bitêkoşin."