Jina rastî êrîşên zayendî ya polîs hat: Ez her kêlî têm şopandin 2018-02-02 09:34:21 WAN – M.B. li Mêrsînê rastî êrîşa zayendî ya polîsekî tîmê taybet hat. Aktîvîsta VAKAD'ê Songul Ozînver xwe gihand M.B. û diyar kir ku M.B. hêj di bin tehdîtê de ye û got: “M.B. got ‘Her gava min tê şopandin. Gefan li min dixwin.' Em bang li hemû rêxistinên jinan dikin ku hestiyar tev bigerin."  Di 9’ê Gulana 2017’an de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê M.B. a 21 salî bi êrîşa zeyendî ya polîsê tîmê taybet B.K. re rû bi rû hatibû. Banga M.B. a piştgiriyê di raya giştî de deng veda. Her çi qas der barê tîmê taybet B.K. de ji sûcê “Êrîşa zayendî” doz hatibe vekirin jî, dozger sê caran ji bo B.K. daxwaza girtinê kir. Lê belê B.K. serbest tê darizandin.    Aktîvîsta Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Songul Ozînver bi M.B. a ku polîs B.K. û hevalê polîs gefan lê dixwin re hevdîtin çê kir. Ozînver behsa hûrgiliyên hevdîtinê kir. M.B. ji aktîvîst Songul Ozînver xwest ku piştgiriya wê bê kirin.    ‘EWLEHIYA M.B. NÎNE’    Ozînver anî ziman ku piştî vîdeoyek M.B. li ser înternetê belav bû ji bo xwe bigîhînê li gelek cihan geriyaye û pêwîste xwedî li jinek di bin zextan de bê derketin. Ozînver diyar kir ku qêrîna bi dehan jinên wek M.B. nayê bihîstin û wiha got: “Min li videoya M.B. temaşe kir û ez ketim nav liv û tevgerê. Ez li gelek cihan geriyam û taliyê li ser telefonekê ez gihîştimê û min pê re hevdîtin çê kir. Tişta ewil ji min re got ‘Her gavên min tên şopandin.’ Bi berfirehî tiştê hatine serê wê vegot. Ya herî girîng ew e ku ewlehiya canê wê nîne. Hêj li Mêrdînê ye. Cihê lê dimîne ne ewle ye. Yê li hember wê polîsek karmendê dewletê ye û dema dixwaze dikare xwe bigîhînê. Parêzerê bipere girtiye jê re dibêje ‘hêviya xwe ji vê dozê bibire, em ê bi ser nekevin.’ Parêzer bersiv nade têlefona wê. Bi tu awayî ji jina ciwan re nabe alîkar. Ya parêzer jî ditirse yan jî bi pereyan xwestine ku dest ji dozê berde.”    'HÊJ GEF LÊ TÊN XWARIN’    Ozînver destnîşan kir ku bi M.B. re di nav danûstendinê de ye û wiha axivî: “Li ser daxwaza M.B. ez li saziyê fermî geriyam. Ev bûyer pir cidî ye û mijarek divê xwedî lê bê derketin. Wek her demê dîsa em hêza pere û çekê dibînin. M.B. xwe vedişêre û desteka derûniyê werdigire. Tirsa herî mezin a jina ciwan ew e ku zilam ceza negire. Polîs li hevalê xwe digere û bi gotinên ‘Pişta me xûrt e, em ê bi ser bikevin’ gefan dixwe. Hêj ez duh geriyam, li M.B. digerin û gefan lê dixwin. Jina ciwan her tim di bin gefan de ye. Tiştên pêwîst min jê re got. Lê got ku ji ber ditirse nikare derbikeve derve. Wisa xuya dike ku dixwazin ser vê bûyerê jî wek bûyerên mîna vê bigirin.”    ‘DIVÊ EM LI CEM M.B. CIH BIGIRIN’    Ozînzver da zanîn ku pêwîst e Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî û saziyên eleqedar ji roja ewil ve biketina nav liv û tevgerê. Ozînver anî ziman ku kar dikeve ser milên saziyên jinan û got: “Bi taybetî divê saziyên jinan bikevin nava tevgerê. Heke ku em destûr bidin ser vê bûyerê bê girtin, dê ji îro şûn ve ser hemû bûyerên bi vî rengî bên girtin. Divê hemû sazî û aktîvîstên jin di danişîna 8’ê Sibatê de li cem M.B.'yê cih bigirin. Jin dibêjin ‘em ê biqîrin, lê kes qîrîniya me nabihîze.’ Niha em di vê noqteyê de ne.”    MA / Nîmet Olmez