Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin 2021-06-06 23:30:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kirikkaleyê Hacar Başkaya û li Samsûnê jî Emel Duzgun ji aliyên hevjînên xwe ve hatin kuştin.    Li bajarê Kirikkalayê Hacer Başkaya (29) ji aliyê hevjînê xwe Sezer Başkaya (29) ve hat kuştin. Cîranan bûyerê ji tîmên tenduristiyê û polîsan re ragihandin û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û Başkaya rakirin nexweşxaneyê. Lê tevî hemû mudaxileyên tibî jî Başkaya jiyana xwe ji dest da. Kujer Sezer Başkaya pişt re hat binçavkirin.    SAMSÛN   Li navçeya Îlkadim a bajarê Samsûnê jî Emel Duzgun ji aliyê hevjînê Mustafa Duzgun ve hat kuştin. Kujer pişt re bi heman sîlehê xwe kuşt. Tîmên tenduristiyê û polîs hatin cihê bûyêrê û cenazeyan rakirin morga nexweşxaneyê.