Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir 2021-06-07 12:11:45 ENQERE – Doza ku ji ber dijderketina wan a derketina ji Peymana Stenbolê li 33 jinan hatibû vekirin, bi mudaxaleya polisan dest pê kir. Polisan, gelek jinan binçav kirin û li rojnamegeran dan.    Di 12’ê tebaxa 2020’an de Paltforma Jinan a Enqerê, li dijî nîqaşên derketina ji Peymana Stenbolê çalakî li dar xistibû. Polisan mudaxaleyî vê çalakiyê kiribû û 33 jinan binçav kiribûn. Piştre ev jin hatibûn berdan û derbarê wan de doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna doza jinan li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dest pê kir.   MUDAXALEYA POLISAN A BERIYA DANIŞÎNÊ   Beriya danişînê jinan xwest li pêşiya Edliyeya Enqerê daxuyanî bidin çapameniyê. Polisên ku derdora edliyeyê bi barîqatan dorpêç kiribûn destûr nedan daxuyaniyê û jin tên darizandin jî di nav de 20 jinan binçav kirin. Jin li dijî vê derketin û meş li dar xistin. Polisan bi gaza îsotê mudaxaleyî meşa jinan kir.    TUNDIYA LI ROJNAMEGERAN   Polisan êrişî rojnamegerên ku xwestin meşê bişopînin kir û li wan dan. Polisan telefona nûçegîhana Jinnewsê Dîlan Babat desteser kir û avêtin erdê. Her wiha polisan bi çoyan li nûçegîhanê me Hakan Yalçin dan.    DANIŞÎNÊ DEST PÊ KIR   Piştî vê mudaxaleya polisan danişîna 33 jinên ku nûçegîhana ajansa me Eylem Akdag jî di nav wan de heye dest pê kir. Parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, Zuleyha Gulum, Semra Guzel û parêzer li danişînê amade bûn. Jinên ku danişîna wan hebû jî bi armanca şermezarkirin binçavkirina hevalên xwe neketin eywana danişînê. Jinan li ber derê eywanê danişînê şopandin. Nûnerên Rêxistina Efûyê û rojnamegeran jî negirtin danişînê.   PARÊZERAN PARASTIN NEKIR   Danişînê bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Jinên ku derbarê wan de doz hatiye vekirin vexwendin eywana danişînê. Jinan bi gotina “Di bin çavan de ye” bersiv dan vê vexwendinê. Parêzeran jî da zanîn ku jinên derbarê wan de doz hatiye vekirin bi lêdanê hatine binçavkirin û gotin ku wê parastinê nekirin.    Danişîn didome.