TOKAMER dijberî taciz û tundiyê hişyar dike 2018-02-03 09:03:29 STENBOL - TOKAMER ku ji bo di warê taciza zayendî û şidetê ya li dijî jinan hayjêxwebûnê li jinan peyda bike hat avakirin, gelek xebatên gîrîng kirin. Gerînendeya TOKAMER'ê Zeynep banû Dalaman diyar kir ku ew perwerdehiya di warê taciz û êrîşên zayendî de didin û di vî warî de ji xwendekaran re diyar dikin ka mafên wan çi ne.  Navenda Sepandin û Lêkolîna Xebatên Wekheviya Zayendiya Civakî û Jinan (TOKAMER) ji bo di warê taciza zayendî û şidetê ya li dijî jinan hayjêxwebûnê li jinan peyda bike, di bin banê Zanîngeha Altinbaşê de hat avakirin. Her çi qas xwedî rabirdûyeke 8 mehî be jî, di vê dema kurt de gelek xebatên girîng kirin. Navend di warê rastiya "nehayjêhebûn û nedîtina tacizê" de gelek proje û xebat amade kirin û di vî warî de bala gelek xwendekaran dikêşe.    Gerînendeya TOKAMER'ê Zeynep Banû Dalaman, behsa avakirina navendê kir.    ‘ARMANC ZÊDEKIRINA HESASIYETA DI WARÊ ŞIDETÊ DE YE'    Dalaman, bi lêv kir ku dema wê li zanînegehê dest bi xebatan kir, şertê wê ew bû ku navendeke xebatên zayendiya civakî û jinan ava bike û wiha got: "Bêyî ku em bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin me navenda xwe ava kir. Armanca me ya avakirina vê navendê, berfirehkirina xebatên di warên jinan de û tevî Peymana Astengkirina Her Cure Cudaparêziyên Li Dijî Jinan (CEDAW) û Peymana Stenbolê, zêdekirina hesasiyeta di warê taciz û şideta li hemberî jina bû." Dalaman destnîşan kir ku bi taybetî jî piştî cinayeta Ozgecan Aslan, bîra civakiyî zêde bû û yên berê derdiketin kuçeyan jinên di nav derdora feminîst de bûn. Dalaman destnîşan kir ku ev bîrbirî êdî bi zêdebîna bîra civakiyî re hinekî din hatiye şikandin. Dalaman diyar kir ku ew di qada akademiyê de nîqaşên ku dê geşedanên di qada jinan de rû didin çawa bên çareserkirin dikin. Dalaman bi lêv kir ku navenda ku wan ava kiriye, di encama van danheviyan de derketiye holê.   Dalaman ev tişt gotin: "Herî zêde ciwan li zanîngehan e û mixabin li kampusên zanîngehan jî em bi bûyerên taciz û êrişiyî re rû bi rû dimînin. Ji bo rê li ber van bûyeran bê girtin em bi hev dişêwirin. Em li senatoyên zanîngehan belgeyên polîtîkayî îmze dikin. Em hewl didin kampusên ewle ava bikin. A rast îcraata me ya ewil ev bû. Me Tora Parastina Taciza Zayendî (CTS) ava kir. Dema bûyerek taciz û êrîşê çê bibe, hejmareke me ya telefonê heye û xwendekarên me li wê hejmarê digerin û doza destek û alîkariyê dikin."    ‘TU JIN TUNE YE KU BI TACIZÊ RE RÛ BI RÛ NEMA BE'    Dalaman, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji sedî 93'yên jinan herî kêm carekê bi tacizê re rû bi rû mane û ev tişt gotin: "Dibe ku ev hejmar ji sedî sed be jî. Bi rastî jî tu jin tune ye ku bi tacizê re rû bi rû nema be. Sedema heyirmayîna ji bo vê ew e ku taciz nayê zanîn." Dalaman diyar kir ku taciz tenê ne bi temasa destan e û bi çavan jî jin tên tacizkirin. Dalamn destnîşan kir ku ev yek jî êrîş e û ew hewl didin ku di vî warî de hayjêxwebûnê li jinan peyda bikin.    Dalaman, der barê xebatên ku ew di bin banê zanîngehê dikin de jî ev tişt gotin: "Dema em taciz û êrîşên zayendiyî ji xwendekarên xwe yên keç û kur re vedibêjin, em di warê mafên wan ên di vî warî de çi ne jî perwerdehiyê didin. Di hawizê me yê dersên hilbijartî de dersên me yên di vî warî de jî hene. Daxwaz gelek zêde ye. Dema ders tune bin jî xwendekarên me beşdarî konferansan dibin. Em van rojan perwerdehiya Wendoyê bidin." Dalaman diyar kir ku bi vê perwerdehiyê armanc ew e ku li hemberî êrîşeke fizîkî divê mekanîzmayeke parastinê ya çawa xwe bide der. Dalaman wiha domand: "Heta ji destê me tê em xwendekarên xwe serwext dikin. Wek tê zanîn 8 Adarê nêz dibe. Me li Beşa Grafîk û Sêwirandinê ya fakulteya me, me têkildarî 8 Adarê di bin navê 'Newekheviyê' de pêşbirka wêne û resman da destpêkirin. Em ê di xebata xwe balê bikêşin ser jinê. Em ê semînerên di hunerê de newekhevya zaynediya civakiyî li dar bixin." Dalaman diyar kir ku ji bo navenda wan, xwendekara bi awayekî erênî bertekan nîşan didin.    ‘EM DIXWAZIN JINAN SERWEXT BIKIN'    Dalaman, destnîşan kir ku diviya ji dêvla Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê ya di 2012'an de hat avakirin, Wezareta Jinan bihatana avakirin. Dalaman polîtîkayên hikûmetê yên di warên polîtîkayên jinan de rexne kir û bertek nîşanî wan da. Dalaman bi lêv kir ku armanca navenda ku wan ava kiriye ew e ku di her warî de jinê serwext bikin. Dalaman balê kişand ser girîniya CEDAW û Peymana Stenbolê jî û wiha bang li hemû jinan kir: "Dema jin bi şidetê re rû bi rû man, mafên wan hene. Demildest dikarin destekê bixwazin û biçin malên stragehiyî. Bila heta dawiyê vî mafî bi kar bînin. Dema bi şidet û tacizê re rû bi rû man bila biçin cem polîsan. Ger polîs nezan be, bila Peymana Stenbolê bi bîra wan bixin. Heke di sepandinê de pirsgirêk hebe bila jin bi bîr bixin û dev ji mafên xwe bernedin."    MA / Necla Demir