Konferansa Jinan a HDP'ê: Emê têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin 2018-02-03 17:22:52 ENQER - Encamnameya 2'yemîn Konferansa Jinan a HDP'ê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ewê li dijî eniya faşîst a AKP-MHP'ê têkoşîna xwe mezin bikin. HDP ji hêlekê ve amadekariyê 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî dike, ji hêlekê ve jî konferansan li dar dixe. 2'yemîn Konferansa Jinan di 2'yê Sibatê de li Enqereyê hat lidarxistin û encamnameya konferansê bi sernavê "Jin Jiyan e û Bi Wêrekî Jiyanê Biparêze" hat aşkerakirin. Di konferansa jinan de 400 delegeyan nîqaşên girîng meşandibûn.   Di encamnameyê de ev tişt hat gotin: "Li çar aliyê welat berxwedaneke rengîn li pêşiyê ye, jinên ku li dijî her cure tundiyê li ber xwe didin: Kesên li Tirkiyeyê ji bo azadî û wekheviyê têkoşînê didin, di şexsê Hevserokên me yên Giştî Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak de, em ji hemû jinên dîlgirtî re silavên xwe dişînin. Em ji jin^ne ku xwedî li ax, azadî, wekhevî û aştiyê, jinên ku pergala Rojava ava dikin û jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin.   BERSIVA ME ‘EM Ê BI WÊREKÎ JIYANÊ BIPARÊZ IN’    Destkeftî, rêxistinbûyîn, nasname, jiyan, hebûn û azadî ya jinê di bin êrîşek bîrdozî ya giran de ye. Em bi siyasetek ku îtîsadî, civakî, siyasî, entelektuel dixwaze jinê tasfiye bike rû bi rû ne. Em bi pergalek faşîst a ku jinê bêdaraz radestî zilam û dixwaze serî li ber dewletê bitewîne de derbas dibin. Li gel van hemû êrîşan bersiva me ev e: ‘Jin jiyan e, em ê bi wêrekî jiyanê biparêz in.’    ÎTÎRAZA HERÎ MEZIN LI DIJÎ DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê YA JINAN E    Em dizanin jinên têkoşîn nekirine nebûne xwedî maf û dê nebin xwedî maf jî. Dê jin bi çarenûsa xwe ku diyar bikin xwedî têkoşîna zanista dîrokî û biqabîliyet in. Li ser axa em jiyan dikin dê jina dîrok, her ziman û kokê binivîsinin. Vîna me ya gerdûnî nirxên bingehîn, azadî û wekheviye. Me tecrûbeya xwe ji desthiltdariya zilam ji berxwedana jinê girtiye. Em bang li jinên li ser axa Rojhilata Navîn û erdnîgariya xwe dikin, di kêliyek wiha dîrokê dê di sedsala 21’emîn de xwedî li nirxên mirovahiyê derbikevin û biparêz in. Desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê li her deverê şer û zextê li ser jinan ferz dike û ji ber jin li hember vê yekê serê xwe radikin.    EM ÎŞKENCEYA LI SER BEDENÊN MIRÎ LANET DIKIN    Konferansa me êrîşên li ser Efrînê û dagerkeriya li wir mehkum dike û bi soza ‘aştiyê’ xwedî lê derdikevin. Em gotina “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye’ ya hekîmên xwe yên hêja dubare dikin. Em xwedî li hemû aştîxwazan derdikevin. Em hemû tundî, acizî, bêmerhametî, êrîşa zayendî, tazîkirina bedenan û dîmenên îşkenceyê lanet dikin.    * Em dê li dijî îtîfaqa faşîst a AKP-MHP'ê, rejîma wê ya OHAL'ê, îxracên bi KHK'ê, pergala nû ya dewletê, perçekirina meclîsê, rewakirina zagonên sarayê ku li saziyên faşizmê dixe meriyetê têkoşîna xwe bilind bikin.   * Em nabin perçeyê krîza aborî ku bi rejîma piyasê û Neoliberal hatiye avakirin. Em li dijî xizaniî, betalî, kedxwarî û keda jinê ya hatiye erzankirin bê ewlekirina keda jinê û polîtîkayên iktisadî têdikoşin û dengê xwe bilind dikin. Em dê têkoşîna xwe ya parastina kedê li her derê bilind bikin. Em dê li her derê ji bo paratin kedê di nava şewirê de bin.    * Em dê li dijî talankirin, wêrankirin û êrişên sermayedaran ên li ser nîrxên dîrok, çand, xweza û ekolojiyê parastina ax, av û xwezayê bikin û destûr nadin ev bidome. Têkoşîna me dê bidome.    * Em destûr nadin ku di qadên taybet û cemaweriyê de bi pergala perwerde, tenduristî û baweriyê mafê jinê yê vîn, birhyar û gotinê ji destê wê bigirin û em destûr nadin li ser navê jinê biryaran bidin û li gorî xwe wan bi rêve bibe. Em destûr nadin azadiya jinê bi destê mêr pêk bê. Em pergala tehakumxwar red dikin. Em bi hêza jina yekbûyî li dijî êrîşên ku li ser daxwaza me ya azadiyê û jiyana wekhev serî radikin.    * Di serdema ku tundî, tacîz û tecawiza li ser jinan zêde dibe, faîlên ku li dadgehan wekî 'kesên rêzdar' tên dîtin û ceza yê wan tên kêmkirin, têkoşîna me dê dê bi awayekî herî bi hêz bidome. Em mafê parastina rewa ya jinan nas dikin û bi biryarin Hêza Jinan a Yekbûyîen ya parastina hearî bi hêz e, bêtir pêş bixin û bibiryarin piştevaniyê li gorî vê yekê mezin bikin.    * Em dê li dijî feraseta ku nifrînê li dijî LGBTİ+an pêş dixe têkoşîna xwe berdewam bikin.    * Em dê dest ji têkoşîna li dijî îstîsmara li ser zarokan û êrîşên zayendî bernedin. Destkeftiyên jinan ên bi têkoşînê bi dest xistine, heta ku dîsa bi zagonan bê parastin têbikoşin û em destûr nadin ku jin bê parastin bimînin.    *Pêkanîna tecrîtê ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ku bi pergalî pêk tînin, hewl didin li hemû girtîgeh û civakê belav bikin. Desthilatdariya siyasî bi avakirina sazîbûyîna faşîzmê, hewl dide bi pergala tecrîtê ya şerê li dijî gelan kûr bike. Em dibêjin  teqez divê tecrît bê rakirin derfetên azadî, ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan bên sererast kirin. Em ê têkoşîna xwe ya jinê bi rojeva ji bo tecrîd ji holê rabere mezin bikin.       *Pêkanîna kincên yek tîpî di heman demê parçeyekê yek tîpî kirina civakêye. Em girtiyên ku li dijî vê pêkanînê li ber xwe didin silava dikin. Em ê li dijî vê zilma faşîzane ya li girtîgehan, dinava  têkoşînê de bin.     *Em bang li jinan dikin ku di 8’ê Adarê de têkoşîna xwe enternasyonal mezintir bikin. Têkoşîna jinên ji Chîapasê heya Rojava, ji Berlînê ya Tahranê, ji New Yorkê heya Stanbolê û ji Amedê heya Efrînê têkoşîna me hemû jinane.    *Em ê weke Meclîsa Jinên HDP’ê, bi bawerî û biryardariyek mezin 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Bi hêza yekîtiya jinê em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Xeta me ya berxwedanê li dijî sazîbûyîna faşîzmê ye. Xeta me rêya azadiya jinê, wekehvî û ‘Jiyana Nû ye.’”