Platforma Jinan a Amed Dîcleyê ava bû 2018-02-04 14:31:43 AMED - Gelek jin li Amedê hatin gel hev, li dijî polîtîkayên ku jinan bê nasname dihêle, ji mafên perwerde û xebatê mehrûm dike, jinan di malê de hepis dike, Platforma Jinan a Amed Dîcleyê ava kirin. Gelek jinên di partî û pişeyên cuda de xebatên xwe dimeşînin, li Amedê hatin gel hev Platforma Jinan a Amed Dîcleyê ava kirin. Koma di nava wan de siyasetmedar, parêzer, kedkar û jinên hîndekar hene, li Cemiyeta Rojnamegerên Başûr Rojhilat civîn li darxistin û avabûna xwe îlan kirin. Endama Platforma Jinan a Amed Dîcleyê Arînh Zumrut, diyar ki ku di şertên ku demokrasî û modernî li ser jinê tê nîqaşkirin, şidet û cudakariya li dijî jinê divê bi şênberî daynin holê û ji van re çareserî bê dîtin.   Zumrut destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze jinê di nava serdestiya zayendî de hepis bike û wiha axivî: "Di şertên OHAL'ê yên ku em têde ne û rêveberiya otorîter bi rêya KHK'an, rejîma xwe dide xebatê. Bi vê muxalefeta civakî digire bin zextan û dixwaze ji holê rake."   ‘EMÊ POLÎTÎKAYÊN WAN ÊN JINÊ TEŞHÎR BIKIN’   Zumrut anî ziman ku ji bo ew polîtîkayên der barê jinan de teşhîr bikin ketine rê û wiha pê de çû: "Rosa Luksemburg dibêje ku 'Kesê nekeve tevgerê, di ferqa zincîrên xwe de nîne.' Em van gotinan wekî xala jêderkê digirin dest. Di çarçoveya nirxên hevpar de em hatin gel hev û bi hevparên platforma re li dijî polîtîkayên ku jinan ji jiyana civakî, perwerde, kar dûr dixe tê dikoşin."   ‘DESTHILATDARÎ ŞIDETÊ ZÊDE DIKE’   Zumrut bi lêv kir ku li qadên civakî yên cuda rêjeya şidetê di sala 2017'an de derketiye asta herî jor û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di sala 2017'an de 409 jin û zarok hatin kuştin, 332 êrîşên zayendî pêk hatin, 387 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man." Zumrut derbirî ku ew dibînin, di ferqê de ne û ewê bêdeng nemînin û bi vê civakbûna xwe xurt bikin.   Piştî daxuyaniyê civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.