Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin 2021-07-18 16:03:35 YOZGAT - Çawişê pispor Haci Y. hevjîna xwe Aysel Yaşar bi sîlehê kuşt.    Li Yozgatê çawişê pispor Haci Y. (30), hevjîna xwe Aysel Yaşar (29) a ku mamoste bû bi sîlehêk uşt. Haci Y. li Çewligê ku wezîfeyê dikir duh çû Yozgatê û hevjîna xwe li di otomobîlê de kuşt. Pişt re xwest xwe jî bikuje û bi giranî birîndar bû.    Cenazeyê Aysel Yaşar rakirin morga Saziya Tiba Edlî û kujer Haci Y. jî rakirin nexweşxaneya dewletê.