Di otobusê de êrişa zayendî: Mewin hat girtin 2021-08-04 11:24:44   MÛGLA - Mewinê ku di otobusa rêwiyan de êrişa zayendî li rêwiyeke jin kir hat girtin.    Di otobuseke rêwiyan ku ji Mûglayê diçû Zongûldakê de mewinê otobusê êrişa zayendî li rêwiyeke jin a 24 salî kir. Jina ciwan çawa ku li Zongûldakê pêya bû çû Miduriyeta Polisan a Bajar û giliya mewin kir. Li ser îfadeyên jina ciwan mewin B.K. ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Hat hînbûn ku B.K. li miduriyeta polisan li xwe mikur hatiye ku êriş pêk aniye û beriya niha jî heman sûcî kiriye.    Piştî îfadeyên xwe yên li miduriyeta polian sewqî edliyeyê hat kirin û li vir hat girtin.