Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in 2021-08-06 15:28:11   MELETÎ - Jinên HDP’î di çarçoveya hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinê re Na” bi jinên kedkarên tûtinê yên navçeya Wêranşarê re hatin gelhev.   Hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinê re Na” ku di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Jinan Edalet” a bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat destpêkirin, li Meletiyê dewam dike.    Şandeya ku Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlementera HDP’ê Semra Guzel û Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose di nav de, li navçeya Weranşar (Doganşehîr) a Meletiyê bi jinên kedkarên tûtinê re hat gelhev.    Şandeyê ewil serdana jinên ku li navçeya Weranşarê di zeviyên tûtinê de dixebitin kir. Şandeyê bi jinan re tûtin bi ben ve kirin. Başaran, diyar kir ku ji bo ji pirsgirêkên jin dijîn re bibin çareserî serdana wan kirine.    ZEHMETIYA TÛTINÊ PIR E   Kedkareke tûtinê ya jin tiştên dijîn wiha vegotin: “Em serê sibê saet 05.00’an de hişyar dibin. Saet di 07.00’an de dest bi kar dikin û heta êvarî dixebitin. Saeteke diyar a xebatê tune ye. Karê em dikin gelek zehmet e. Em bi zorê debara xwe dikin. Kes heqê keda xwe nagire. Karê tûtinê gelek zehmet e.” Jineke din jî wiha got: “Heqê em digirin têra me nake. Dema tûtin neyê firotin di destê me de dimîne. Zehmetiya tûtinê pir e. Em ji we bawer dikin. Em naxwazin tûtina me bimîne di destê me de. Ka em ê tûtina xwe bifiroşin ne diyar e. Heke dewlet kooperatîfekê ava bike em ê tûtina xwe bi awayekî rehet bifiroşin. Lê niha tiştekî wisa tune ye. Tûtin xwemalî kirin. Tên lê dinêrin bixwazin tûtina me dikirin nexwazin nakirin.”   ‘40 SAL IN VÎ KARÎ DIKIM’   Kedkareke din a tûtinê jina 75 salî ku debara xwe bi tûtinê dike jî wiha axivî: “Ez çil salan zêdetir e vî karî dikim. Tu piştevaniya min nîne. Ez li xaniyekî ax dijîm ew jî ne yê min e. Pereyê em distînin têra me nake. Ez bi 250 lîreyan diçim dikane lê ka ez du poşetan digirim an jî nagirim.”   BAŞARAN: EM Ê LI CEM WE BIN   Başaran, a jinên di zeviyên tûtinê de dixebitin guhdar kir, da zanîn ku di çarçoveya bernameyê de bi jinan re hatine gelhev, wê pirsgirêkên jinan guhdar bikin û bikin rapor. Başaran, bi lêv kir ku pirsgirêka tê jiyîn çi be bila ew be weke HDP’ê wê hewl bidin çareser bikin û anî ziman ku di serî de jin wê li cem hemû civakê bin.   Wê bernameya şandeyê, bi serdana jinên Taxa Topraktepe, jinên kedkarên qeysiyan ên Taxên Çiglik û Kurecîkê û jinên Taxa Narmikan bidome.