Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir 2021-08-08 15:01:09 ENQERE - Eda Nûr Kaplan a li Enqerê dijiya, ji ber ku 2 zilamên tecawîzê wê kiribûn serbest hatin berdan, întîhar kir.   Îro li ser twîtterê, li gorî parvekrinên bi etîketa #edanuricinadalet, jina ciwan a 18 salî Eda Nûr Kaplan a li Enqerê dijiya, di 30’ê Tîrmehê de, ji aliyê 2 zilaman ve hat tecawîzkirin. Kaplan derbarê her du zilaman de jî gilî kir. Lê bêyî ku tu lêpirsîn bê kirin, her du zilam serbest hatin berdan. Kaplan ji ber ku tecawîzkar hatin berdan, di 7’ê Tebaxê de, nameyek li paş xwe ji malbata xwe hişt û întîhar kir.    NAMEYA KAPLAN   Di nameya ku Kaplan ji malbata xwe re hişt û li ser Twitterê hat parvekirin de, wiha got: “Dayê, keça te ya biçûk êdî nikare hin tiştan rabike. Keça te pir êşandin. Tiştekê xwe ji tu kesî re ne got. Her tim avêt hûndirê xwe. Lê hûndirê wê tije bûye. Êdî nikare li ber xwe bide. Min ji bîr nekin. Ji kerema xwe re mafê min li erdê nehêlin. Min nekarî bikim, lê hûn rojên xweş bijîn.”   ‘NE ÎNTÎHARE CÎNAYETE’   Piştî ku nameya Kaplan derket holê, gelek bikarhênerên medya dijîtal bi hastage #edanuricinadalet parvekirin, kirin. Platforma Jinan a Enqerê, di parvekirina kir de wiha got: “Di 30’ê Tîrmehê de, li Enqerê Eda Nûr ji aliyê 2 kesan ve tê tecawîzkirin. Tecawîzkar piştî gilî kirinê serbest tên berdan. Eda Nûr ji ber vê yekê dawî li jiyana xwe anî. Ev ne întîhar, cinayete. Dewleta ku ne jinan, zilamên tecawizkar diparêze, kujerê Eda Nurê ye.”