Jina ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da 2021-08-17 13:23:08   ÎZMÎR - Hulya Ayyilmaz a hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.   Hat îdiakirin ku kuafor Hulya Ayyilmaz a li Taxa 30'ê Agustos a navçeya Menemen a Îzmîrê rûdinişt, di 10’ê tebaxê de di şaneşîna ku ji bo hewa bistîne çûbûyê de ket xwarê. Tîmên tenduristiyê yên ser agahdarkirina kesên di avahiyê de hatin cihê bûyerê, Ayyilmaz a birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Çîglî ya Zanîngeha Bakirçayê. Polîsên ku li cihê bûyer lêkolîn kirin, serî li îfadeya B.O., yê ku hat diyarkirin destgirtiyê Ayyilmaze dan û pişt re ew serbest berdan.    Hulya Ayyilmaz di saetên serê sibê de, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin ligel hemû mudaxaleyên bijîşkan jî nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Lêpirsîna têkildarî mirina Ayyilmaz hat destpêkirin, didome.