Di 70 salên temenê xwe de tu tahde nemaye lê nehatiye kirin 2021-08-28 09:01:17 DÎLOK– Li Dîlokê Asya Ozmen a 70 salî, kurekî wê bi awayekî kiryar nediyar hatiye kuştin, bûkek wê hatiye girtin û 2 kurên wê jî girtî ne. Bala Ozmenê li ser zarokên wê yên di greva birçîbûnê de ne. Asya Ozmen a 70 salî ku li gundê Talê yê Sêrtê hatiye dinê, malbata wê ji ber ku cerdevanî qebûl nekiriye, ji bêgavî koç kiriye. Ozmen, tim li ber deriyyê girtîgehan e ji bo kurên xwe yên girtî bibîne.    Di Newroza 1993'yan de ji ber agirê Newrozê hatiye vêxistin, esker bi awayekî dijwar kurê wê îşkence kirine. Ozmen, anî ziman ku kurê wê 3 mehan bi xwe ve nehatiye û ji wê rojê heya niha hiş berdaye. Ozmen got: "Ji ber van zext û zoriyan êdî me li gund hew deyax kir. Piştî vê bûyerê bi salekê cerdevantî li me ferz kirin. Gotin, 'Heger hûn bibin cerdevan hûn ê karibin li gund bimînin, yan na ji gund derkevin.' Me jî çekên wan qebûl nekir û me bar kir. Li gund kesî çek hilnegirt. Hevjînê min jî ji ber ku nebû cerdevan, çendî emeliyatkirî bû jî ew îşkence kirin. Paşê me bar kir, em çûn navenda Sêrtê."    GAVA PEZ DIÇÊRAN EW KUŞTIN   Ozmen, anî ziman ku bi hêviya ku dê rojekê vegerin gund heywanên xwe nefirotine û gava kurê wê Saît pez diçêrand eskeran ew kuştiye. Ozmen got: "Kes neçû ew ji erd ranekir, ez çûm. Piştî wê bûyerê, di sala 1994'an de me heywanên xwe firotin û me bar kir em hatin Dîlokê."    Li Dîlokê jî 27 sal in bi zext û zoriyên dewletê re rû bi rû ne.    HEVJÎNÊ WÊ, 4 KURÊN WÊ Û BÛKA WÊ HATIN GIRTIN   Pêşî hevjînê wê Ahmet Ozmen ku ji bo debara malê bike kaxez berhev dikirin, hatiye girtin. Hevjînê wê ji ber ku ew û polîsan ketine qirika hev hatiye girtin û piştî 40 rojan hatiye berdan. Piştî hevjînê wê vê carê di demên cuda de 4 kurên wê û bûka wê ji ber sedemên siyasî hatine girtin. Kurê wê Abdulkerîm û Zubeyîr û bûka wê nêzî salekê di girtîgehê de dimînin û paşê tên berdan. Lê li kurê wê Tahir 3 sal û 2 meh û li kurê wê Ramazan jî 4 sal û 3 meh ceza tê birîn û niha di Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H'yê de ne.    Hevjînê wê êdî ji ber van pêkanînan hew îdare dike û di Sibata 2020'î de jiyana xwe ji dest dide.    ‘ZEWADE DI QIRIKA MIN RE NAÇE XWAR'    Dayik Ozmen got: "Beriya şewbê diçûm girtîgehê û min zarokên xwe didît. Min pir bêriya wan kiriye. Axaftina bi telefonê û dîtina wan a li pişt camê, hesreta min natebitîne. Zarokên min berê jî ketibûn greva birçîbûnê. Gava em di meha Remezanê de rojî digirin, em pir zehmetiyê dikişînin, lê ew bi dehan rojan birçî man. Her cara ku li ser sifreyê rûdinêm, zewade di qirika min re naçe."   Dayik Ozmen xwest rojek berî rojekê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    MA / Arjîn Dîlek Oncel