Başaran: Di şer de bedela herî giran jin didin 2021-08-29 19:12:01 STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku bedela herî zêde ya şer jin didin.  Meclîsa Jinan a HDP'ê panela bi dirûşma "Jin li dijî şer, talanê, tecrîdê, nijadperestiyê aştiyê diaxivin"li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Şîşliya Stenbolê li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag û Zuleyha Gulum, aktîvîstên TJA'yê, Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê û Dayikên Aştiyê beşdarî panelê bûn.    ‘BEDELA HERÎ MEZIN JIN DIDIN'    Parlamenter Ayşe Acar Başaran di destpêka panelê de axivî û got ji bo ew ê çawa ji fişara şer, nijadperestî û tecrîdê derkevin hatine gel hev û got: "Li tevahiya dinyayê îqtidarên zilaman hene û siyasetek wisa tê kirin. Zilam siyaseta şer diyar dikin, jin jî bedela vê ya herî zêde didin. Mînaka vê yekê ya herî şênber em li Afxanistanê dibînin. Jin di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Em wan jinên têdikoşin silav dikin û dibêjin têkoşîna wan têkoşîna me ye. Ji sala 2015'an vir ve li Tirkiyê şer bandorek mezin li ser jinan dike. Nemaze di serî de jin tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin. Kurd ji ber nasnameya xwe diparêzin bi êrişên nijadperest re rûbirû dimînin. Em dibînin her roj çawa xweza û çiyayên me tên talankirin. Di her warê jiyanê de bedela herî mezin jin didin. Di encama şeran de herî zêde jin bedelê didin."    Piştî axaftina Başaran, panel ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.