Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê 2021-09-01 13:37:14 RIHA - Cenazeyê Dayika Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan hat veşartin. Ligel serlêdanê jî Gokkan a niha girtî ye neanîn merasîma cenazeyê dayika wê.   Dayika yek ji sembola têkoşîna jinê Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a niha girtî ye, Lutfiye Gokkan a ji ber vîrûsa koronayê duh jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê wê îro hat veşartin. Cenazeyê Gokkan  ji Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Harranê hat wergirtin ji bo were definkirin birin gundê Kulunçe yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Semra Guzel, nûnerên Federasyona Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan a Medê (MED TUHAD-FED), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê beşdarî merasîma cenaze bûn. Jinan cenazeyê Gokkan bi tililiyan anîn goristanê. Piştî ku Gokkan hat veşartin, girse ji bo şînê derbasî mala malbatê bû.     Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî ye, ji bo beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe bi rêya parêzeran serlêdan kiribû lê rayedaran tu bersiv nedan serlêdanê û beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe nebû.