Li Îranê girtî Atena Daîmî û Gulrux dest bi greva birçîbûnê kirin 2018-02-10 14:57:16 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Îranê girtiyên siyasî aktîvîst û wênesaz Atena Daîmî û Gulrux Îbrahîm Îrayî ragihandin ku vê sibê li gorî saeta Îranê di 10.00’an de dest bi greva birçîbûnê kirine. Di 22’ê cotmeha 2014’an de aktîvîsta siyasî û wênesaz Atena Daîmî hatibû binçavkirin û piştî lêpirsîna 86 rojan ew girtibûn û şandibûn Girtîgeha Evînê. Di adara 2015’an de Daîmî li ser biryara Dadgeha Şoreşê ya Tahranê 14 sal ceza lê hatibû birîn. Di îlona 2016’an de cezayê Daîmî ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Tahranê ve daxist 7 salan. Daîmî di 8’ê nîsana 2017’an de li dijî îşkence û muameleya xerab dest bi greva birçîbûnê kiribû û di 31’ê gulana 2017’an de çalakiya xwe bi dawî kiribû.    Daîmî bi xebatên xwe ji bo alîkariya zarokên Kobanê û Gazeyê, wêneyên wê yên behsa koçberî û şer dikin tê nasîn û Daîmî carek din li dijî zext û îşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kir. Daîmî sirgûnî Girtîgeha Karçak a Veramînê kirin û li heman girtîgehê li gel Gulrux Îbrahîm Îrayî ragihandin îro saet ji 10.00’an ve dest bi greva birçîbûnê kirine.    Gulrux Îbrahîm Îrayî di 15’ê îlona 2014’an de bi hevjînê xwe Areş Sadeqî re hatibû girtin. Pişt re Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ji sûcên “Li pîroziyan heqaret kiriye” û “Li dijî pergala propaganda kiriye” 6 sal cezayê hepsê li Gulrux Îrayî birî.    Aktîvîstên mafê mirovan ên Îranî li ser medya civakî destek dan greva birçîbûnê ya Atena û Gulrux û xwestin girtiyên siyasî bên berdan.