Bûldan: Wê jin bibin xwediyê herî bi hêz ê deklarasyonê 2021-09-10 12:34:52 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku jin wê bibin xwediyê deklarasyona herî xurt a dê di 27'ê Îlonê de eşkere bikin û got: “Em ê serkeftinên heta niha me bi dest xistine, hin bêtir serkeftinan pêşkêşî hemû jinên cîhanê bikin." Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo plansaziya serdema pêşiya me li Navenda Giştî ya Partiyê bi serokatiya Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan û Berdevka Meclîsê Ayşe Acar Başaran civiya. Civînê bi axaftina Bûldan dest pê kir.    Buldan anî ziman ku civîna wan bi îrade, yekîtî û têkoşîneke xurt hatiye lidarxistin û wiha got: “Xala ku em gihiştinê careke din nîşan dide ku hewldanên me yên di têkoşîna ji bo mafên jinan de û têkoşîna bibiryar a ku em didin di serkeftin û destkeftiyan de çiqas girîng û hêja ye. Em ji wê benda ku jin ne xwedî mafê siyasîbûn û nasnameya jinê bi tevahî dihat binpêkirin, em gihîştine qonaxek bi hêz ku jin tekoşîna xwe ya xweser bi rêxistin dike û wê bilind bike.”    ‘ARMANCA ME MEZIN E’    Buldan spasiya her kesê ku beşdarî kampanyaya "Ji xizaniya jinan re na” bûye kir û got: "Ev gişt tenê destpêkek e. Bila were zanîn ku armanca me pir mezintir e. Weke jin, em daxwaz dikin ku ji îro û pê ve vî welatî birêve bibin. Ji bo vê têra xwe hêza me heye, pêşbîniya me heye, rêxistinbûna me jî heye. Bêguman, desthilatdariya mêr a yekperest, ji pêşkeftina meya bihêz haydar e û ditirse.”    BIRYARDARIYA JINAN    Bûldan diyar kir ku ew ji ber polîtîkayên zextê yên li dijî partiya wan û jinan tên kirin hêz digirin û wiha got: “Em ê ti destkeftiyên jinan ji zilaman re nehêlin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo tasfiyekirina jinan doza girtinê li HDP’êvekirine. Armanca wan bêdengkirina jinan, bêdengkirina bindestan, pêşîlêgirtina daxwazên demokrasî, aştî û edaletê ye. HDP ji damezrandina xwe û vir ve polîtîkaya çareserî û aştiyê dişopîne. HDP'ê ji bo wekheviyê têkoşînek da, got bila li vî welatî aştî hebe, bila tu kes, zarokên me nemirin, bila bijîn. HDP'ê got ku divê hiqûq serdestiya hiqûqê be, ne hiqûqa serdestan be û ji bo tevahiya civakê edaleta rasteqîn hebe. HDP ji bo xebatek wekhev meaşê wekhev got. HDP'ê got ev kar ji bo her kesî ye, xwarin ji bo her kesî ye. HDP li dijî şer aştî, li dijî kaosê çareserî û li dijî rantê belavkirina wekhev armanc kir. HDP li dijî her cure sûcên li dijî jin û zarokan wekheviya zayendî parast, tedbîrên pêşîlêgirtin û parastinê pêşniyar kir, got ku em dev ji peymana Stenbolê bernadin. Em ê van hemû tiştan bidomînin.”    ‘DIVÊ PERGALA TALANÊ WERE GIRTIN’    Bûldan da zanîn ku pergal dixwaze bi girtina HDP’ê serdem û pergala tarî bide domandin û wiha got: “Ew ê nikaribin viya bikin, bi ser bikevin. Ew ê nikaribin ronahiya jinan vemirînin. Ez dixwazim dîsa û dîsa ji raya giştî re eşkere bikim ya ku were girtin ne HDP ye, yên ku werin girtin pergala diziyê, pergala rantê û pergala talanê ye. Ev nîzama mêran a monîst e ku şîdeta li ser jinan digihîne astên gewre ku divê li vî welatî were girtin, ew polarîzasyon e, têgihîştinek ku nijadperestî û nefretê dixwe. Binihêrin, yên ku benda ji sedî 10 anîn tenê ji bo ku me asteng bikin bi xemgînî temaşe kirin ku jinan çawa ev bend şikand. Bi bend û mendan nikarin jinan asteng bikin, lê ew bend niha bûne asteng ji bo wan û nîzama wan a mêr. Ew niha plan dikin ku bendê daxin da ku xwe xilas bikin da ku pergala xwe hilweşandin û talanê bidomînin. Hilweşandina we ya siyasî pirr nêzîk e. Hûn çi jî bikin hûnê biçin. Desthilatdariya we bi serserkî diçe erdê. 20 sal in îqtidara wan xelkê birçî kir, feqîr kir û bêkar hişt.”   POLÎTÎKAYA BÊCEZAKIRINÊ    Bûldan destnîşan kir ku jin û zarok li her qada jiyanê bi her cûre tundiyê re rûbirû hatine hiştin û got: “Polîtîkaya bêcezakirinê ya ku hikûmetê aniye di vê yekê de rolek xwe mezin heye. Binihêrin, di sûcên li dijî jin û zarokan de, dadweriya mêr bi parastina mêran polîtîkayek bêcezakirinê aniye û tundî û kuştinan rewa dikin.”    KUŞTINA MÎRAÇ MÎROGLÛ    Bûldan bal kişand ser kuştina Mîraç MîroglU û wiha got: “Yên ku li vî welatî gotin bila zarok neyên kuştin, we wan avêt zindanan û kujerên zarokan jî serbest berdidin û digerin.” Bûldan diyar kir ku heta ew edaletê bînin û bicih bikin wê têkoşîna wan a li dijî zilmê bidome û dê kêliyek jî vala nesekinin.    TECRÎD PIRSGIRÊKAN KÛRTIR DIKE    Bûldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: “Tecrîda ku hikûmetê ji bo domandina vê rejîma zordestiyê disepîne her ku diçe girantir dibe. Tecrîd û pirsgirêkên girantir ên li girtîgehan rojeva lezgîn a vî welatî ye. Tecrîd, ku rêyên diyalog û muzakereyê asteng dike, yek ji astengên herî girîng ên demokrasî, edalet, aştiya civakî û jiyana hevpar e. Sedema bingehîn a hilweşîna Tirkiyeyê di her warî de, siyaseta neçareseriyê ye ku hikûmet bi israr li hember pirsgirêkên bingehîn ên welat û pirsgirêkên lezgîn dimeşîne. Têgihîştina rêveberiya ku daxwaza aştiyê, daxwaza maf, hiqûq û edaletê paşguh dike û hewl dide ku van daxwazan bi darê zorê binixumîne, welêt dixe nav xitimandinê. Her kes bedelê vê dide.”    BANG LI WEZÎRÊ DADÊ KIR    Bûldan banga berdana girtiyên nexweş li Wezîrê Dadê kir û wiha got: “Hevala me Aysel Tugluk jî di nav de mafên girtiyên nexweş tên astengkirin. Bi zanebûn wan dişînin mirinê û ev sûcek mezin e. Di serî de hevala me Aysel Tugluk û tevahiya girtiyên xwe divê li tavilê werin berdan û pêvajoya tedawiya were destpêkirin. Divê ev zilm were bidawîkirin.”    DI SIYASETA JIYANÊ DE ISRAR    Bûldan destnîşan kir ku ew wek HDP’ê wê di siyaseta jiyanê de israra xwe bidomînin û ew ê li dijî tecrîdê her têbikoşin û qet dev ji polîtîkaya azadiyê, çareserî û aştiyê bernedin û tecrîdê bişikînin.    DEKLARASYON   Bûldan anî ziman ku wê partiya wan di 27’ê îlonê de deklarasyona rêyên çareseriyê belav bike û got: “Partiya me dê di 27’ê îlonê de helwest û rêyên çareseriyên xwe yên ji bo pirsgirêkên sereke û rojevên lezgîn ên Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihîne. Bêguman, dê xwediyê herî bihêz ê vê daxuyaniyê dîsa jin bin. Em ê bi biryardarî, bi israrî, bi sebir, hezkirinê bixebitin. Em ê ji serkeftinên heta îro me bi dest xistiye hin bêtir serkeftiyan bi dest bixin û em ê diyarî hemû jinên welat û hemû jinên cîhanê bikin.”      Piştî axaftina Bûldan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.