Hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin 2018-02-11 10:00:47 AMED - Xwişkên hev Semra û Mekiye Guzel yên hatin îxraç kirin, li gel 2 hevparên xwe yên ji pîşeyên cuda hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin û berhemên xwezayî yên bi keda destan difiroşin. Xwişkan, diyar kirin ku ev ne tenê xebateke aboriyê ye, di heman demê de bertek û sekna wan a li dijî polîtîkaya ku jinê ji jiyana civakî dûr dixe ye.  Semra Guzel li Nexweşxaneya Lêkolîn Perwerdeyê ya Amedê bijîşk bû, xwişka wê Mekiye Guzel jî Midura Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû. Ew jî wekî gelek mirovan ji kar hatin îxrac kirin. Semra Guzel berî 3 meha tenê 28 roj mabû ku bibe bijîşka pispor ji kar îxrac kirin, xwişka wê Mekiye Guzel di sala 2016'an de bi KHK'ê ji kar hat avêtin. Her du xwişkên ku nema dikaribûn pîşeyên xwe dewam bikin, li Amedê dikana etariyê vekirin û hilberînêdikin.   Semra Guzel aşkera kir ku bi îxracê re keda wê ya 5 salan tune kirin, dixwazin wan bi birçîbûnê terbiye bikin, lê ruxmê her tiştî bi inad dîsa kar dikin Guzel got ku têkiliya wê bi karê wê re cuda bûye û ev tişt got: "Jiyana mirovan li ser her tiştî re ye, ez jî karê xwe bi hezkirinê dikim û bi kedeke mezin min bawernameya xwe ya bijîşkiyê girt."   ‘TAYBETMENDIYÊN ŞIFAYÊ YÊN JINÊ KIFŞKIRIN’   Guzel da zanîn ku her çendî di vî karî de nû bin, zû hîn bûne û ev tişt got: "Bi vî karî re taybetmendiyên şifayê yên jinê ji nûve hatin kifşkirin. Berhemên xwezayî û nebatan xwedî dîrokeke demdirêj in û bi salan bi destê jinê hatiye afirandin. Ji destpêka serdemê ve jin bi xwezayê re di nava têkiliyê de ye. Ev ji bo serdema neolîtîkê û piştî wê jî derbasdar e. Jinan piştî zimanê xwezayê fêm kir û şifa belav kirin, vê yekê di desthilatdariya wê demê de acizî çêklir û bi hincetên wekî 'pîrhevokan' nêçîra pîrhevokan dan destpêkirin û jin tune kirin. Lê lêgerîna jinê ya tibê û şifayê qet neqediya ye, heta roja îro dewam dike."   HER TIŞTÊN TÊN FIROTIN XWEZAYÎ NE   Guzel destnîşan kir ku her tiştên ku li dikanê tên firotin berhemên xwezayî ne, çaya ku ji gelek nebatan çêkirine, mişmişên ji gundan anîne, reçelên ji berhemên wekî hêjîr û hwd. hatine çêkirin li dikanê tên firotin. Guzel, diyar kir ku gelek berhemên ku havînê çê dikin û zivistanê tên xwarin jî li dikanê hene û wiha axivî: "Hilberînên wekî îsot û becanên hişk kirî gelek tên ecibandin. Beşeke dikanê ji nebatên wekî çêre re hatiye veqetandin, beşa din jî ji hilberînên gundan re hatiye veqetandin."   'JIYAN NE TENÊ BI KARÊ MEMÛRTIYÊ BI RÊVE DIÇE'   Xwişka Guzel a mezin Mekiye Guzel, anî ziman ku ew neçarin di nav xebateke aborî de bin û wiha pê de çû: "Em beşeke berhemên li vir li malê çê dikin. Heval û hogrirên me yên derûdorê jî di vî warî de piştgiriyê didin me. Jiyan gelekî fireh e û gelek tiştan di nava xwe de dihewîne. Jiyan tenê bi memûrtiyê nameşe. Tişta ku em dikin jî ne tenê memûrtî ye, xebateke aboriyê ye. Ewa çiqasî bixwazin jinan ji qada civakî dûr bixin û di malê de hepis bikin jî emê hêj bêhtir bikevin nav xebatên civakî û xebata me bertekek li dijî vê ye."