Ocalan: Çareserî bi azadiya jinê dibe 2021-09-22 11:59:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku pirsgirêka jinê encama pirsgirêka 5 hezar salan a çanda tecawizê ye û ev tişt got: "Li welatekî ku ewqas jin tên kuştin, nikarim bibim endamê vê dewletê. Çareserî; bi wekheviya jinê û hiqûqa azadiyê dibe."   Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan di her firsendê de jinan hedef digire û ji bo tundiya ku li wan tê kirin dibêje, "tê mezinkirin". Bi van axaftinên Erdogan re li Tirkiyeyê tundiya li ser jinên ji sedî hezar û 400 zêde bûye. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), tenê di 8 mehan de 181 ji hatine qetilkirin û 132 jin jî bi awayekî guman mirî hatine dîtin. Tundiya li ser jinan her kêlî jinan ji jiyanê dike, li şûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku pirsgirêkeke civakî ye, tundî û mirin "rewa" tê dîtin. Rexmî ku daxwaza parastinê dikin jî jin tên qetilkirin û faîlên wan nayên dîtin. Di pêvajoya ku qetilkirina jinan zêde dibe de nîqaşa Peymana Stenbolê hat kirin û bi rakirina peymanê re pêşî li tundî û qetilkirina jinan vebû.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku nirxandinan dike, di parastin û hevdîtinên xwe de herî zêde bal dikişîne ser pirsgirêka jinê. Ocalan, ji bo newekheviya zayendiya civakî ku li ser jinan dibe sedema texrîbatên mezin, nasnameya û rola pêşeng a jinê, tespîtên girîng û peşniyaran dike. Ocalan ku pêkanînên aqlê zilam, polîtîkayên zayendperest ên AKP'ê, tundî, rêxistinbûna malbatê, tecewiz û komkujiyan nîqaş dike û dide nîqaşkirin, bi çareseriyên xwe yên alternatîf ên ji bo pirsgirêka jinê her bûye rojev. Ocalan, li ser çawaniya jiyana jinê û rêxistinbûna wê ya li dijî serdestiya zilaman jî radiweste.   ÇANDA TECAWIZÊ   Ocalan, sala 2007'an di hevdîtina xwe ya ku bi parêzerên xwe re kiribû de ji bo jinan peyamek şandibû û ev tişt gotibû: "Ji bo min azadiyta jinê ji azadiya welat girîngtir e. Pirsgirêka jinê encama çanda 5 hezar salî ya çanda tecawizê ye. Ji sedî 90'ê têkiliya jin û zilam weke tecawizê dinirxînim. Di bingeha van de têkiliyên gelek qirêj hene. Ez ne li dijî evînî û zewacê me. Di zewac û eviniyê de dibe ku tehn û ajoyên zayendî yên bihêz hebin. Ev asayî ne, em nikarin van înkar bikin. Tişta ez li dij im; çanda tecawizê ye. Keçên ciwan didin zilamê 60 salî. Li dijî vê zordariyê keç întihar dike. Zewacên ku nayên xwestin pêk tên. Heta hin caran pere didin û jinan digirin, rast e rast jinan dikin. Ev tiştekî pir bêsincî û kirêt e. Di roja me îroyîn de ji sedî 95'ê zewacan tecawiz in. Her roj tecawiz li jinan tê kirin. Di nav vê çanda tecawizê de ne rih ne jî mêjiyê jinên saxlem dimîne, ne feraseta xweşikbûnê ne jî hezkirin û evînî dimîne."   DESTHILATDARBÛNA ZAYENDIYÊ    Ocalan ê di peyama xwe de diyar dike ku piştî desthilatdarbûna zayendî jin bi temamî xistine bin zordariyê û têkiliya di navbera desthilat û zayendiyê wiha vedibêje: “Ajoyên zayendî xwezayî ne, ew di her mirovî de têne dîtin. Ya xeternak ew e ku zayendîtî dibe objeya hêzê. Zayendperestiya heyî hêzek e, mêraniyek mezinkirî ye. Heta hatiye asteke ku zilamî hov kirinê. Beriya her tiştî, têkiliya cinsî ya heyî xizmeta serdestiya mêr dike. Têgihîştinek hovane, wêranker a desthilatê derxistiye holê. Ev têgihiştin bingeha hemûyan e. Ev têgihiştin di bingeha çanda kuştinên namûsê û tecawizê de heye, û ne demokrasî ne jî azadî bêyî guheztina vê têgihiştinê nayê çareser kirin. Ev di avakirina komarê de yek ji lingên kêm mayî ye, pirsgirêka jinan nehatiye çareser kirin, hatiye qerisandin. Gotina Saddam a dema ku da were darvekirin jî ya 'Ma mêranî miriye' hişmendiya mêran a hovane ye, em li dijî vê hişmendiyê ne.   3 mijarên ku beriya niha ez qal bikim hebûn: Olperestî, zayendperestî û netewperestî. Têkildarî zayendparestiyê beriya niha jî hin nirxandinên min hebûn, herî dawî min pirtûka M. Foucault ya ‘Dîroka Zayendiyê’ bi dawî kir. Din ava zayendî û desthilatiyê de têkiliyeke gelek nêzîk heye. Zayenperestî cureyekî netewperestiyê ye û herî kêm weke zayendperestiyê jî bi xeter e. Di roja me de jin weke objeyeke reklamê weke perçeyekî goşt pêşkeşî civakê tê kirin. Li ser navê zayendperestiyê jin bi darê zorê tê girêdan. Hewl didin ku bi xwedîbûna darê zorê ya jinê bibin desthilat. Tê xwestin ku jin bibe objeya desthilatê. Bi bîrdoziya zayendperestiyê jin bi temamî tê bindestkirin. Fînansa kapîtal ji bo jinê bixe bin kontrola xwe zayendperestiyê bikartîne. ‘Wê çawa aşiq bibî, çawa bijî, çawa hez bikî’ hemûyan dike standart. Bi ser jinê desthilata civakê armanc digire. Bi netewperestî û olperestiyê jî fikra yek tîp ferzî civakê kir. Bi netew dewletê nasnameyeke çawa bixwaze wê ferz dike.”   AKP XETEREYEKE MEZIN E   Ocalan ê nêzîkatiyên kevneşopî û paşverû yên tên ferzkirin jî nirxandin, li dijî hişmendiya AKP’ê ya jinan di sala 2010’an de van hişyariya dike: “AKP ji bo jinan jî xetereyeke mezin e. Dibe ku jin li perçeyên azadiyê yên ku niha dibînin bigerin. Li Semsûrê tarikata Menzîl heye, li vir keçeke bi saxî tê veşartin, ev ji recme jî xetertir e. Hişmendiya AKP’ê eve. Di binaxkirina zindî de, hûn hêdî hêdî erdê dadiqurtînin û dimirin, lê di recmê de qet nebe dikarî bêhnê bigirî. Dîsa di rojnameyan de her roj nûçeyên tundiyê yên ser jinan hene.  Nizanim zilamekî di nava kolanekê de jinek ji ber ‘ji min heznekir’ kuştiye, li cihekî din jî guh biriye, difin biriye ev hemû di encama vê hişmendiyê de derdikevin holê. Ez ji ber vê dibêjim, bi bingeha felsefeye nêzîk bibin. Xebatên felsefîk bikin, niqaş bikin, xwe bi rêxistin bikin. Em van vê hişmendiyê dikarin encax wiha bisekinînin. Heke hûn ê azadiyên bisînor ên niha jî dikarin winda bikin.”   ‘JIN TUNE BE, JIYAN JÎ TUNEYE’   Ocalan di hevdîtinên di sala 2013'an de bi dewletê re dane destpêkirin de, baweriya xwe ya bi têkoşîna azadiya jinê dubare kir û her carê tekez kir ku maseyek bê jin û gotinên wan nayê avakirin. Ocalan, di nameya xwe sala 2015’an de ya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê şand de, carek din ev biyara xwe danî holê û wiha got: “Ji bo min, azadiya jinan ji her tiştî girîngtire. Jina herî xweşik, jinên ku jiyanê azad dijîn e. Tu gemarî mîna bi jina koledar û zilamê serdest re jiyîn çepel û kirêt tuneye. Dîsa, tu yekîtiya ji jiyana bi jina azad û mêrekî ku serdestî di xwe de bin xistiye re hêja, bedew û rasttir nîne. Ev 30 salin piştgirvanên min ên herî mezin hevalên min ên jinin. Peyman û diyalogaya min a bi jinan re girînge. Hûnê peymana civakî ya jinan pêş bixin. Baweriya xwe bi zilaman neyînin. Zilam nêzî dogmatîkê ne. Ji jinbûna xwe bawer bin. Wekhevî û azadî wê meseleya jinan pêk were. Ji ber vê yekê şoreşa me şoreşa jinê ye.    Bêyî jinê jiyan nabe. Azadî nebe, sinc û bedewkarî jî nabe. ‘ Tişta ku ez dibêjim ‘sinca jinê’ hêza biryardayîna jinê ye. ‘Jinek girtin’ yan jî ‘keça xwe dayîn’ nayê qebûl kirin. Tu yê bêjî ‘Ez ezim.’ ‘Ez ne ya kesekî me.’ Divê jin nebe hevjîna mêrê xwe, keça bavê xwe û xwişka biraye xwe. Divê jin bibe ya xwe. Formîla evê jî, bi azwerî bixebitîne, lêhûrbûne û tarîtî ronî kirin e. Erdogan, qala ‘3 zarok û zewaca zû dike.’ Ew bi zanebûn vê dibêje, ez jî bi zanebûn dibêjim. Du feraset şer dikin. Ka, em ê binêrin ew ê bi ser bikeve, yan jî em ê bi ser bikevin. Azadiya jinê di sernavên min ên çareseriya demokratîk de, xala yekemîn e. Fêm nakin. Dibêjin ‘çi eleqeya vê bi çareseriya demokratîk re heye.’ Ez pir aşkere diaxivim. Têkiliya azadiya jinê bi çareseriya demokratîk re diyar e. Min berê jî gotibû, li welatekê ku evqas jin lê tên kuştin, ez nabim endamê dewleta wî welatî. Çareserî, wê bi hiqûqa azadî û wekheviya jinê re pêk were. Azadî û hiqûqa jinê, ji bo min esase.”   ‘ÇAR ALIYÊN JINÊ BI ZINCÎRAN GIRÊDAYÎ YE’   Ocalan di hevdîtina xwe ya di 7’ê Sibata 2014’an de ya bi Şandeya Îmraliyê kir de, wiha behsa tundî û qetilkirinên bi hişmendiya zilam hatine pêşxistin kir: “Her roj, qetilkirinên jinan di asta hovîtiyê tên jiyîn. Her roj bi dehan jin tên kuştin. Ev kuştin, ji şer xirabtir in. Ev meseleya ewlekariya dewletê ye. Nabe ku jinek bi vî rengî zalimane were kuştin. Divê hemwelatiyên, vî welatî vê yekê qebûl nekin. Lê çar aliyên jinê bi zincîran hatine girêdan. Heya ku em vê neşkînin, em ê nebin sosyalîst, em ê nekarin siyasetê bikin. Şoreşa ku nekare jinê azad bike, ne şoreşe. Rêxistina ku nekare jinan bi rêxistin bike, ne rêxsitine. Divê ev yek baş were zanîn.”   TEKANE RIZGEARÎ AZADIYE   Ocalan ê di hemû hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re de, hertim îşaret bi azadiyê kir, israra xwe ya ji bo azadiyê wiha dewam dike: “Ji bo ku jin azad bibin, divê xwe di Bîrdoziya Rizgariya Jinê de kûr bikin û bi awayeke hêza bîrdoziyê hebûna xwe ava bikin. Li hemberî zilaman rêyeke wan a dirêj heye, divê ew zêde ji mêran bawer nekin. Jin wê serbixwetiya xwe biparêzin. Divê ji azadiya jinê netirsin. Ez bi jinê re, wiha rêhevalim. Ev mijarek hêz û baweriyê ye. Ez bi vî awayî bersivê didim keda rêhevalên xwe yên jin. Yek ji rastiyên herî girîng ên ku ez dixwazim ew bizanibin ev e ku divê ew qasî bi hêz bin biryara xwe ya çarenûsa şer û aştiyê bidin. Ez xwe wekî xebatkareke evînê pênase dikim. Ez ji bo we dijîm. Bêrîkirina we sedema jiyana mine. Ez bi were me. Cîhanek azad heye ku were qezenckirin, jiyanek azad heye ku were bidest xistin. Bîrdoziya sedsala 21’emîn, azadiya jinê ye. Xwe kêr kirin, xwe avêtina erdê, şerma herî mezine! Tekane rizgarî azadiye.”