Jina ku têkoşîna xizanî û ekolojiyê kiriye yek: Wangari Maathai 2021-09-25 10:45:40   ENQERE - Wargari Maathai ku ji ber têkoşîna ekolojiyê ya dayî, layiqî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin û weke “Jina Dar” tê nasîn, têkoşîna xwe ya çandina darekî dabû destpêkirin, hem ax hem jî fikrên mirovan guhertin.    Ji ber polîtîkayên xelet ên dewletan, gelên cîhanê bedela karesatên ku ji ber wêraniya ekolojîk çêdibin weke koçberî, bêbaweriya xwarinê, nebûna hewa û ava paqij didin. Ev karesat di dawiyê de bi şewata daristanan hat pêşberî me û bandorên wan wêraniya bi salan bidome hiştin. Fikarên ku qadên hatine şewitîn wê ji rantê re werin vekirin berdewam dikin û niqaşên têkoşîneke ku çawa divê were dayîn tê meşandin.    Îro salvegera Wangari Maathi ya bi têkoşîna xwe, ji van nîqaşan re bûye alternatîf.    BÛ WESILEYA 35 MILYON DAR WERIN ÇANDIN   Maathai, yekem jina Afrîkayeye ku ji ber zêdekirina hişmendiya hawirdorê, mafên jinan, aştî û demokrasiyê, di sala 2004’an de layiqî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatiye ditîn û heta jiyana xwe ji dest da jî li dijî vekirina qadên daristanê ya ji çandiniyê re çalakî li dar xistin. Mathaî, bû wesileya ku li Afrîkayê 35 milyonî zêdetir dar werin çandin.    TEVGERA NIFŞÊ KESK    Maathai ya di sala 1940’an de li Kenyayê hat ser dine, yekemîn jina ku di Rojhilatê Afrîkayê û Afrîkaya Navîn de xwedî  nasnavê doktorayê ye. Maathai, di navbera salên 1981 û 1987’an de serokatiya Konseya Jinên Netewî ya Kenyayê kir. Dema serokatiya xwe de li ser çandina daran a bingeheke civakî sekinî û di bin banê Konseya Jinan a Netewî ya Kenyayê de Tevgera Nifşê Kesk ava kir. Maathai, ligel Tevgera Nifşê Kesk têkoşîna xwe bi belgefîlmên ku ev mijar digirt dest de jî vegot. Mathai, diyar dike ku bi saya têkoşîna ku didan jin bûn xwedî hêz û wiha dibêje: “Ev hemû bi çandina darekê dest pê kir.”   ‘EM MECBÛR IN RABIN SER PIYA'   Maathai, derbarê gotina Serokê Kenyayê Daniel Arap Moî ku piştî 24 salan di sala 2002’an de bi hilbijartinê desthilat winda kir a “Li gorî kevneşopiyên Afrîkayê jin mecbûr in rêzê ji zilamên xwe re bigirin” vê bersivê dide: “Hewl dide jinan bê îtîbar bihêle. Bila bi van tiştan neyê cem min. Niha tişta girîng ewe ku têkoşîn bidome. Yên ku kesekî dike serok jî yê ji serokatiyê dixe jî gel e. Ji ber wê ji bo tişta em jê bawer dikin divê rabin ser piya.”   Maathai, ji ber çalakiyên li dijî hikumeta Moi gelek caran tê binçavkirin. Maathai ya bi têkoşîna ku dayî dihat nasîn di sala 2002’yan de weke parlementer hat hilbijartin û ket Meclîsa Kenyayê. Di sala 2003’yan de di Wezareta Hawîrdor, Çavkaniyên Xwezayî û Jiyana Hov de weke cîgirê wezîr peywîr digire. Di heman salê de Partiya Keskan a Mazîngira ya Kenyayê ava dike. Di 28ê Adara 2005’an de, ew yekem seroka Konseya Aborî, Civakî û Çandî ya Yekîtiya Afrîkayê hate hilbijartin.   Maathai, ji bo li Afrîkayê bû wesileya çandina gelek daran li Afrîkayê wekî "Jina dar" tê zanîn, di 25ê Îlona 2011’an de li paytexa Kenya Nairobiyê, ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.     MA / Zemo Aggoz