MKGP’ê piştgirî da rojnameger Yildiz 2021-10-02 11:26:32   AMED - MGKP'ê bertek nîşanî hedefnîşandina pêşkêşvana bernameya Jin TV'yê Guler Yildiz da.      Guler Yildiz a bernameya JIN TV'î "Pencereya Kesk" (Yeşîl Pencere) pêşkêş dike, ji aliyê Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê (TMMOBP) di çarçoveya "Xelata Çapemeniyê ya Emre Madran a di Qada Parastinê de" di beşa "Nûçegîhantiya Televizyona Navneteweyî" de ve hat xelatkirin. Li ser vê Guler Yildiz û qenala televîzyonê ya JIN TV'î hatin hedef nîşandan. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), derbarê mijarê de daxuyaniya nivîskî da û li dijî lînckirina Guler Yildiz bertek nîşan da.    MGKP'ê di daxuyaniya xwe ev tişt got:   "Hempîşeya me rastiyên têkildarî pêşkêşkirina xwezayê ya bi xesp, talanê ya ji şîrketan re, her wiha rastiyên têkildarî xwezaya me ya piştî operasyonên leşkerî tê talankirin, bi raya giştî re parve dike. Îktidar û hevkarên wê polîtikayên qirkirin, talan, bişaftin ên li dijî civakê, zarokan, jin û xwazeyê dixe meriyetê. Divê îktidar û derdora wê yê vê yekê dikin jî hebûna pênûsên wêrek ên li dijî kiryarên wan disekinin jî paşçav neke. Hibra pênûsa me, gotina me wêrektî û heqîqet in. Em wekî jinên rojnameger polîtikayên lîncê yên li dijî Guler Yildiz û Odeya Avahîsazan şermezar dikin û em dîsa nû dikin ku em ê di bin her şerd û mercî de rastiyan îfade bikin û em ê tu carî li paş nesekinin." ..........