Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye 2021-10-03 11:08:47 STENBOL - Jinan diyar kir ku danezana HDP’ê ya ji 11 xalan pêk tê ji bo hemû aliyên civakê xeta jiyanek nû dihûnîne û pirsgirêka kurd bi têkoşîna hevgirtî ya gelên Tirkiyê dikare were çareserkirin.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 27’ê îlonê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn li Tirkiyê danezanek ji 11 xalan pêk tê ku navê “Danezana Banga Demokrasî, Edalet û Aştiyê” lê kiribûn hatibû eşkerekirin. Di danezanê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, feqîrî, ekoloji, jin, ciwan û darazê pêşniyaz hatin kirin. Di danezanê de tê destnîşankirin ku hemû pirsgirêk bi têkoşînek hevpar û hemû aliyên civakî û aktor û muzakereyên siyasî re dikare were çareserkirin.    Nûnerên sazî û komeleyên jinan ên li Stenbolê danezana HDP’ê nirxandin.    NÊRÎNA JINAN DI DANEZANÊ DE HEYE    Endama Koordînasyona Navenda Rizgariya Jinan Burcugul Çubuk diyar kir ku armanca danezanê ew e ku rêxistinkirina bindest û kesên keda wan tê xwarinê ye. Çubuk da zanîn ku nêrîna jinan di danezanê de heye û çimkî ev danezan piştevaniya jinan û mafê wan dike. Çubuk destnîşan kir ku danezan tenê ne ji bo pirsgirêka jinan ji bo pirsgirêkên ciwanan, karkeran û hemû pirsgirêkên gelên Tirkiyê pêşniyazên çareseriyek demokratîk pêşkêş dike û divê danezan hin bêtir were bihêzkirin û berfirehkirin. Çubuk anî ziman ku yek ji pirsgirêkên serek û bingehîn pirsgirêka kurd e û got: “Li gorî me çareserkirina pirsgirêka kurd dikare bi têkoşînek hevpar a gelên Tirkiyê were çareserkirin. Çimkî herî zêde şer bandora xwe li ser jinan dike. Em dizanin ku bi taybetî jinên li Kurdistan û Tirkiyê her ku diçe bi tundiya dewletê re rûbirû dimînin. Em vê li Kurdistanê ji Mûsa Orhan, Zeynel Abarakov û yên dinan dizanin. Li her devera Kurdistanê jin bi êrişên polîs û leşkeran re rûbirû dimînin. Ev tecawizkar ji aliyê dewletê ve tên parastin.”    XETA JIYANA NÛ    Çubuk di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê helwesteke zelal hatiye nîşandan û wiha dewam kir: "Her çend piştî AKP'ê li ser baskê CHP û ÎYÎ Partiyê nîqaş hebin jî, di mijara avakirina jiyanek nû de gel ne di rojevê de ye. Lê belê, di HDP’ê de, ev ji bo ciwan, gel, jin, LGBTI+yan ne wisa ye, lê jiyanek nû tê pêşbînîkirin. Di vê wateyê de, danezana HDP'ê ne xeteke paşverû ya mîna Tifaqa Milletê ye lê îfadeya xeta jiyanê ya nû ye.”    ‘NEXŞERÊ YE’    Ji Komeleya Dema Jinan Dilek Başalan jî destnîşan kir ku ew danezana HDP’ê erênî dibînin û nefesê dide civakê û wiha got: “Ev danezan dikare Tirkiyê ji vê aloziyê derbixe. Di asta nexşerêyê de ye. Banga HDP’ê pir nirx e. Rêya pirsgirêkan ronî dike. Armanca danezanê ew e ku em xwe bigihînin ronî û rojê. Em ji bo jinan edaleta mêran naxwazin, em ji bo jinan edaletek rasteqîn dixwazin. Heke daraz ne di bin kontrola zilamn û îqtidarê de bûya wê îro Ayşe Gokkan, Ayla Akat Ata, Sebahat Tuncel û jinên din ne girtî bûna. Dema edaleta rastî hebûya wê hevalên me bihatana berdan. Heke ev danezan li ber çavan were girtin wê dawî li mekanizmaya şer were û di encamê de wê tevahiya civakê nefesê bistîne.”    MA / Esra Solîn Dal