Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin 2021-10-07 14:24:30 STENBOL - Girtiya nexweş Songul Adin, diyar kir ku piştî bijîşk fêr bûye ku ew girtiya siyasiye, muayene ne kiriye.   Girtiya nexweş Songul Adin a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Qeyseriyê dimîne, ragihand ku ji ber êşa dijwar a mîdê sewqî Girtîgeha Bajêr a Qeyseriyê hatiye kirin. Adin, di nameya ji Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn re şandin de, behsa tiştên jiyan kir.    Adin, di nameya şand de wiha got: “Aliyê çepê yê mîdamin werimî. Bijîşkê revîrê ez sewqî cerrahê giştî kirim. Ez berî mek û nîvê çûm Nexweşxaneya Bajêr a Qeyseriyê. Bijîşkê cerrah ê giştî, pirsa ‘sûcê te çiye’ ji min kir. Karmenê li wê derê ‘sûcê min’ got. Bijîşkê ku fêrî ‘sûcê min’ bû, got ‘ev ne aydê mine’ û ez muayene nekirim. Min hewl da, nexweşiya xwe vebêjim, lê ez qewirandim.”    'EZ NAYIM DERMAN KIRIN’   Adin, da zanîn ku dûre ew birine beşa Navxweyî û ev agahî di nameya xwe parve kir: “Hemû tehlîlên min hatin kirin. Lê tu encam nexistin destê min de. Ez dîs derketim revîrê. Ji min re gotin an fitiqa mîda te heye, yan jî kezeba te îltîhabê girtiye. Revîrê ez dîsa sewqî cerrahê giştî û beşa Navxweyî kirim. Her duyan jî gotin tu tiştekê te tuneye. Herî dawî jî ez birim, beşa jidayîbûnê. Bijîşka welidandina jinan jî, got fitiqa te heye û ez şandin baş cerrahê giştî. Bi zorê ez sewqî vê derê kirim. Fîlmê min girtin û gotin fitiqa te heye. Divê ez bêm emeliyat kirin. Niha ji ber pandemiyê, emeliyata min hatiye rawestandin. Di bedena min de îltîhabek pir zêde heye. Bi awayekê tendurist, tedawiya min nayê kirin.”