Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin 2021-10-10 15:55:57   ÎZMÎR - Li navçeya Bûxa ya Îzmîrê, jina bi navê S.A. ji aliyê Îlkay Ayeş (25) ve bi giranî hat birîndarkirin.   Li taxa Kozagaç a navçeya Bûca ya Îzmîrê, zilamê bi navê  Îlkay Ayeş (25) jina bi navê S.A. bi giranî birîndar kir. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, Îlkay Ayeş hatiye mala S.A. û wê bi kêrê birîndar kiriye. Piştî vê yekê bi heman kêrê întihar kiriye. Welatiyên li derdorê ku deng bihîstin agahî dan polisan û tîmên tenduristiyÊ. Tîmên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Ayeş jiyana xwe ji dest daye û S.A. jî bi giranî birîndar bûye.   Hat diyarkirin ku xetereya jiyana S.A. ku rakirina Nexweşxaneya Zayîna Jinan û Nexweşiyên Zarokan a Bûcayê didome.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.