Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin 2021-10-10 16:16:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarka El Elî Baceliyê ya Kantona Grê Spî, jina bi navê Uwêş Ehmed El-Uwêd hat revandin.    Li bajarka El Elî Baceliyê ya Kantona Grê Spî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jina bi navê Uwêş Ehmed El-Uwêd hat revandin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbas kiriye, hêzên paramîlîter ên di bin kontrola Tirkiyeyê de jina bi navê Uwêş Ehmed El-Uwêd ku endama eşîra El-Bo ye revandine. Di nûçeyê de tê gotin ku hêzên paramîlîter Uwêş Ehmed El-Uwêd birine navendeke xwe ya li bajarê Grê Spî.    Di nav 21 rojan de bi Uwêş Ehmed El-Uwêd re hejmara jinên ku tên revandin derket 4'an. Di 6'ê cotmehê de jî du jinên bi navê Zelxa El-Hisên û Fatime El-Giûd hatibûn revandin. Di 19'ê îlonê de jî li  noqteya kontrolê ya Um El-Xeratîmê jina bi navê Kewser El-Ebid a 18 salî hatibû revandin.