Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e 2021-10-12 16:59:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Kuştina Hasret Tutal li Amed û Rihayê hat şermezarkirin û diyar kirin ku tişta diqewime ne cînayet e qirkirina jinan e.    Rêxistin û saziyên jinan li Amed û Rihayê têkildarî kuştina Hasret Tutal daxuyanî dan û şermezar kirin. Hasret Tutal di 7’ê cotmehê de li Rihayê ji aliyê Bekîr Şervan Gurel ve hatibû kuştin.    AMED    Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê, Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê û Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Erxeniyê li Parka Şaredariyê ya li Erxeniyê kuştina Tutal şermezar kirin. Nûner û rêveberên van saziyan û malbata Tutal beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Ozum Vurgun daxuyaniya hevpar xwend û diyar kir ku li ser rêveberina lêpirsîna derbarê kuştina Tutal de gumanên wan hene û pirsa “Gelo delîl bi awayek têr û tije hatin lêkolînkirin?” kir û ew nizanin ka gelo lêkolîne baş hatiye kirin an na. Ozum destnîşan kir ku dewlet û saziyên xwe pêşî li komkujiyên jinan nagirin û dixwazin ser komkujiyan binixumînin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.    RIHA     Platforma Jinan a Rihayê jî li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê civîna çapemeniyê li dar xist û kuştina Hasret Tutal şermezar kir. Gelek jin beşdarî civînê bûn. Sekretera Şaxa SES’ê ya Rihayê Selma Ateş li ser navê Platformê daxuyanî da û got di dosyeya lêpirsînê de biryara sînordardarkirinê heye û mafê parêzeran ku xwe bigihînin dosyeyê hatiye astengkirin û lewma ew nizanin ka lêpirsîn çiqas bi zelalî tê birêvebirin.    ‘NE CÎNAYET E, QIRKIRINA JINAN E’    Ateş anî ziman ku ji ber Peymana Stenbolê hatiye fesixkirin û yasaya jimara 6284’an nayê sepandin jin tên kuştin û û got: “Meriv rabe komkujiyan bi têgiha wek ‘cînayeta jinan’ bi nav bike, xeletî ye û ev têgih têr nake. Komkujiya jinan bi awayek sîstematîk pêk tê û dewlet pêşî liv an komkujiyan nagire. Dewlet kujeran bi polîtîkaya bêcezatiyê xelat dike. Mîsogerî ji bo jinan pêk nayê. Lewma jin bi ‘qirkirina jinan’ re rûbirû mane. Em ê li dijî qirkirina jinan li ber xwe bidin û rê nedin hin bêtir komkujî pêk werin.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.