Li Girê Spî 3 jin hatin revandin 2021-11-03 16:29:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, li ber Klînîka Dr. Rakan a li bajarê Girê Spî 3 jin revandin   Hat diyarkirin ku li ber Klînîka Dr. Rakan a li Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 jin hatin revandin. Li gorî nûçeya ANHA’yê 3 jinên li klînîkê bûn ji aliyê hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê hat revandin.    Navên du jinan nehat zanîn lê hat hînbûn ku jinek Seher Mihemed El-Xelûf a ji navçeya Hemam Turkmam a girêdayî bajarê Girê Spî ye.