Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin 2021-11-06 15:49:37   MANÎSA - Li Manîsayê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin. Ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, bang li dayikan kir ku ji bo pêkanîna aştiyê tevlî xebatên înîsiyatîfê bibin.    Li Manîsayê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin. Ji bo deklarekirina avakirina înîsiyatîfê, jin li avahiya Rêxistina Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê li hev kom bûn.    Li ser navê înîsiyatîfê Behriye Yalçin axivî û ev tişt got: "Divê dayikên ku êş kêşandî ne li malê bin li kolanan li dijî şer têbikoşîn. Ji bo xebatê rêxistinbûn girîng e, ji ber vê jî me înîsiyatîfa xwe îlan kir. Em ê ji bo ax, zarok û nasnameya xwe xwe bi rêxistin dikin. Heke em dayik xwe bi rêxistin nekin dawî li êşa me nayê. Em ji bo zarokên xwe winda bikin naynîn dinê. Em ji bo zarokên me bijîn têbikoşîn.    Her wiha ez bang li hemû dayikên ku aştiyê daxwaz dikin dikim û bila bên di bin banê înîsiyatîfê de têbikoşîn."