Dayikên Aştiyê: Kurd li dijî tecrîdê bibin yek 2021-11-09 09:09:31 RIHA - Dayikên Aştiyê anîn ziman ku çavkaniya pirsgirêkên li Tirkiyeyê rû didin tecrîda li Îmraliyê ye û bang kirin: "Divê kurd, li hemberî bêdengiya hêzên navdewletî bibin yek."  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê tê tecrîdkirin. Hevdîtinên parêzeran û malbatê yên bi Ocalan re tên astengkirin û ji 25'ê Adara 2020'î ve tu xeber jê nayên girtin.    Ji Dayikên Aştiyê yên Rihayê Emîne Yaşar, anî ziman ku her diçe hîn bêtir fêm dikin ku bê Ocalan çi qasî mafdar e. Yaşar, bilêv kir ku mirov vê mafdariyê dibînin û lewma îqtidar naxwaze dengê wî bigihê civakê û tecrîdê giran dike. Yaşar got: "Ev tecrîd tenê li ser Ocalan nayê pêkanîn. Em jî tên tecrîdkirin. Tim tirsek heye. Ocalan tê tecrîdkirin û li wir ruhê me pê re tê ragirtin. Gava ev tecrîd bi dawî bibe em aram û azad bibin."    'JI FIKIRÊN WÎ DITIRSIN'    Dayika Aştiyê Garîp Yeşîl jî destnîşan kir ku dewlet ji ber ku ji bîrdozî û fikira Ocalan ditirse tecrîdê pêk tîne. Yeşîl, anî ziman ku di şexsê Ocalan de kurd hemû tên tecrîdkirin û got: "Em Dayikên Aştiyê vê tecrîdê qebûl nakin. Demildest em dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe. Ji bo vê çi hewce me em ê bikin û em ê vê tecrîdê bişikînin."    'EM Ê BI SER BIKEVIN'   Yeşîl, anî ziman ku cîhan hemû li ber vê tecrîdê xwe li bêdengiyê daniye û wiha domand: "Ji lew re hêzên navdewletî li bend amifha hev in. Kurd divê bibin yek li hemberî vê bêdengiya hêzên navdewletî. Banga min ji bo kurd û jinên kurd ên li her çar perçeyan e. Barê têkoşînê dikeve ser milê jinan. Heya em netêkoşin dê tecrîd bi dawî nebe. Lewma em ê bitêkoşin û em ê bi ser bikevin."    TIŞTÊN KU SEDEMA WAN TECRÎD IN   Dayika Aştiyê Hadle Ogûr anî ziman ku tecrîd tenê li Îmraliyê pêk nayê, her kes tê tecrîdkirin û heya tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe dê tecrîda li ser gel hî bi dawî nebe. Ogûr, destnîşan kir ku bi rakirina tecrîdê re dê gel azad bibin û got: "Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e. Krîza abor, kûrbûna şer hemû ji be rtecrîdê ne. Ji ber ku hevdîtin bi Ocalan re nayê kirin şer giran dibe. Heke hevdîtin bi Ocalan re bên kirin, dê şer biqede. Lewma demildest divê tecrîd bê rakirin. Gava tecrîd bi dawî bibe dê hemû pirsgirêk jî biqedin."    'XEMA ME AZADÎ Û AŞTÎ YE'   Ogûr, anî ziman ku AKP ji bo ku tecrîda xwe bidomîne, tecrîda li Îmraliyê girantir dike û got: "Bi vê jî bi dehan kesan binçav dike û digire. Mafê Ocaloan heye ku hevdîtinê bi parêzerên re û malbata xwe re bike. Lê çima ev maf nayê bikaranîn? Li tu devera cîhanê neheqiyeke bi vî rengî tune ye. Em Dayikên Aştiyê dixwazin ev tecrîd rabe. Heger tecrîd bê şikandin û Ocalan bê berdan dê pirsgirêk tev xelas bibin. Xema me tenê azadî û altî ye."    MA / Ferhat Çelîk