Li Ataşehîrê jinek hat kuştin 2021-11-10 09:12:37   STENBOL - Li navçeya Ataşehîrê zilamê bi navê Gokturk B. jina bi navê Başak Cengîz kuşt.    Li navçeya Ataşehîrê ya Stenbolê, zilamê bi navê Gokturk B. jina bi navê Başak Cengîz kuşt. Li gorî agahiyên hatin wergirtin Gokturk B. duh êvarê Cengîz bi giranî birîndar dike û piştî ku wê radikin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Hat hînbûn ku Gokturk B. hatiye binçavkirin.