Ûca: Em ne ji we ne jî ji tankên we ditirsin 2021-11-14 20:46:12 ÊLIH - Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca bertek nîşanî hewldayîna astenkirina daxuyaniya ku jinan xwest li Êlihê bidin da û wiha got: “Em en ji we ne jî ji tankên ditirsin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hevdîtina jinan a li gundê Akûma yê Êlihê, starta çalakiyên ku li bajêr bên lidarxistin dan. Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, Aktivîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek HDP’yî beşdarî hevdîtinê bûn.   Şandeya ku beriya daxuyaniyê xwest bi jinan re hevdîtinê bike, ji aliyê polîs û cendermeyên rêya gund bi tankan girtin ve bi gotina “Rewşeke xetere heye” hatin rawestandin. Gelek jin û rêveberên partiyê yên ji aliyê polîsan ve hatin girtin, astengî nasnekirin û bi jinên ku li qada gund li bendê ne re hatin gelhev. Jinan, daxuyaniya ku polîsan hewl da asteng bikin, bi tilîlî û berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” şermezar kirin.   ‘EM NATIRSIN’   Feleknas Ûca ya li vê derê axivî, bertek nîşanî astengkirinê da û wiha got: “Em wek jin careke din ji vir bang li wan dikin. Em ne ji we ne jî ji tankên we ditirsin. Em polîtîkayên qirêj ên hûn hewl didin pêk bînin qebûl nakin. Em ê weke jin li dijî van hemû polîtîkayên we têkoşîna xwe bidomînin û çalakiyên xwe berdewam bikin.”   Piştî axaftina hat kirin bi zarokan re çalakiya boyaxkirinê hat lidarxistin.