Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin 2021-11-17 15:44:44 DÎLOK - Li navçeya Şehîtkamîlê ya Dîlokê Neslîhan Kaya û li navçeya Oguzelî ya Dîlokê jî Meral Mas di heman rojê de ji aliyê zilaman ve hatin kuştin.    Hat zanîn duh li taxa Belkîs a navçeya Şehîtkamil a Dîlokê li zeviyeke vala cenazeye Neslîhan Kaya (41) ku bi îşkenceyê hatiye qetilkirin hatiye dîtin. Cenazeyê Kaya piştî otopsiyê temam bû radestî malbatê wê hat kirin. Kaya li taxa Hisar a navçeya Nurdagi hat definkirin.   Li aliyê din di heman rojê de li navçeya Oguzelî Meral Mas a 31 salî ji aliyê hevjînê xwe Hasan Mas ve bi çekê bi giranî birîndar bû. Mas ku ekîbên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Oguzelî û li vir jiyana xwe ji dest da. Hasan Mas ê ku hevjîna xwe qetil kir hat binçavkirin.