Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê 2021-11-18 13:31:17 ÎZMÎR - Meclisa Jinan a HDP'ê ku çalakiyên 25'ê Mijdarê diyarî Denîz Poyraz kiribû, hemû vexwend ku daxuyaniya girseyî ya sibê bidin.   Meclisa Jinan a HDP'e ya Îzmîrê, ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinê wê sibê saet 18.00'an de li peşiya OSYM'ê ya li Alsancakê daxuyaniyeke girseyî bide. Meclisê, ji bo daxuyaniya ku sibê bide li avahiya HDP'ê ya Bajar civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de pankarta "Em li dijî tundiya zilam, dewletê, şer û xizaniyê li her derî ne" hat daleqandin.     Di civînê de Endama Meclisa Jinan a HDP'ê ya Îzmîrê Ayşe Ozdamar axivî û diyar kir ku li her derê bi cureyên cuda yên tundiyê re rû bi rû dimîninin û wiha got: "Em bêdeng nabin. Em di têkoşînê de bibiryar in. Qrîza aborî ya serdestiya zilam û pergala kapîtalîzmê ava kirine weke xwînmijandinê li me vedgire. Xizaniya me her ku diçe kûr dibe. Bi hinceta qrîzê jin ji kar tên avêtin. Heta ku maf û jiyana bê ewlekirin em di serhildanê de bin. Em li pişt mafên xwe ne. Em ê hesabê Denîz Poyraz bipirsin."   BANGA JI BO DAXUYANIYÊ   Di dawiya civînê de Ozdamar, derabarê daxuyaniya ku dê sibê bidin agahî dan. Ozdamar, diyar kir ku wê Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP'ê ya Bajar Serpîl Kemalbay û Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose tevlî daxuyaniyên bibin û bang li jinan kir ku tevlî daxuyaniya wan bibin.