Gazî jinan hat kirin ku beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin 2021-11-24 16:38:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Sibê 25’ê Mijdarê ye. Jin li gelek navendan derdikevin meydanan û çalakîyan li dar dixin. Jin îro jî daxuyaniyan dan û gazî çalakiyên sibê kirin.    Sibê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî ye. Di vê çarçoveyê de îro li gelek navendan jinan li dijî tundiya zilam û dewletê, tacîz, tecawiz, şer û feqîrtiyê çalakiyan li dar xistin û gazî jinan kirin ku sibê beşdarî çalakiyên fînalê bibin.    ÎZMÎR   Li Îzmîrê Komîsyona Jinan a Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) meş li dar xistin. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Çerkezoglu got ew êdî ji her cûre tundî û kuştina li ser jinan re dibêjin bes e.    Li aliyê din jinên li şaredariyên Bornova, Çigli û Karşiyaka dixebitin jî daxuyanî dan.    EDENE   Li Edeneyê jî Şaxa Emekli-Sen a girêdayî DÎSK’ê jî li ber Peykera Aştiyê daxuyanî dan û gotin ew xwedî li jiyana xwe derdikevin.  Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari jî axaftinek kurt kir û bal kişand ser têkoşîna jinan.    MÊRDÎN    Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrdînê û TJA’yê jî li Mêrdînê ji jinên girtî re kart şandin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar li ber PTT’ê axivî û got ew ê jinên girtî bi tenê nehêlin û xwedî li têkoşîna wan derdikevin.    DERSIM   Meclîsa Jinan a HDP’a Dersimê jî li taxa Cumhuriyetê belavok li jinan belav kirin û gazî jinan kirin ku sibê beşdarî daxuyaniya li ber Meydana Seyîd Riza bibin.    Xwendekarên Zanîngeha Munzurê jî li kampusa zanîngehê daxuyanî dan û dovîzên jinên hatine kuştin hildan. Seher Akin li ser navê xwendekaran daxuyanî da û got ew ji cihêkariya li dijî jinan re dibêjin êdî bes e.